“ HDP li Stanbulê dikare pişgirya AKPê bike“
Parlementerê HDPê Îmam Taşçioglu li ser naveroka hevdîtina Abdullah Ocalan û parêzerin wî û peyama ku Ocalan bi rêya parêzerên xwe dayî dîtinên xwe diyar kirin. Di derbarê naveroka peyama Ocalan de, Rûdawê li gel Taşçioglu hevpeyvînek kiriye û Îmam di vê hevpeyvînê de dîtinên xwe û yê HDPê dide xûyakirin.
Kesayeta Îmamoglu tê naskirin, ew ji komeleya DDKDê ye û eve du cara di lîsteya HDPê de dibe parlementerê Diyarbekir. Yanî kesayeteke ku ji bo parlementeriya xwe dinava refên HDPê de cih digre. Tu bihayekî wî di nava HDPê de tuneye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier, da zanîn ger tecrîda li Îmraliyê bê rakirin, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojavayê Kurdistanê bi erênî biguhere û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd riyên demokratîk û reformê esas bê girtin, kurd di hilbijartinên li Stenbolê de vê carê dikarin dengê xwe bidin AK Partiyê.
Lê hevserokê HDPê Sezaî Temelî dabû xûyakirin ku helwesta HDPê di hilbijartinên 31ê Adarê de çibe, dê 23ê Hezîranê de heman tişt be.
Peyama Ocalan, di nava Qendîl û HDPê de bû sedemê rojevek nû. Ne Qendil û ne jî Ocalan ne hêviya vê hevdîtinê bû. Tê zanin ku heta MIT naveroka peyama Ocalan nepejirîne ew peyam nayên eşkere kirin. Ji bo vê yekê herkes dizane ku peyama Ocalan li gora dilê AKPê, hukumetê û Erdogan bi xwe ye. Veca di nava HDPê de kî çi nirxandinê bike tu bihayê wê tûneye.
Ji aliyek din gelek vekirî dixweyê ku peyama Ocalan li Edîrne dengê Selahatin Demirtaş jî birîye. Ji bo hilbijartinên 31ê Adarê, Demirtaş rojane li dijê AKPê û ji bo pişgiriya berbijêrên CHPê daxûyanî didan. Lê balkêşe ku li ser payama Ocalan heta vê gavê deng nekirîye. Dixweyê vê peyamê serê Qendil û beşek ji nava HDPê de tevlîhev kiriye.
HDP bi sedema ku “ Tecrît“ li ser Ocalan heye kete greva birçîbûnê de, lê hevdîtin li gel Ocalan çêbû. Başe ji bo çi hêja bi israr Qendil hewldide ku grevên birçîbûnê berdewam bin? dixweyê hevdîtina li Ocalan planên Qendîlê têkbir.
Taşçier dibêje ku, HDPê di hilbijartinên Stanbulê de, dikare dengê xwe bide berbijêrê AKPê. Duh CHP îro AKP ji bo HDPê çi ferq dike?
Erdogan û berbiprsên hukumetê vekirî didin xûyakirin ku tu pêvajoyek din bi navê pêvajoya “Aşitiyê“ çênabe . Lê ne dûre ku eger HDP li Stanbulê pişgiriya AKPê bike û AKP serbikeve, herweha rewşa niha di nava PKKê de heyî baş binirxîne, dikare li gel Ocalan li hevhatinekî bike û pêvajoyek din destpê bike. Lê dê ev ne pêvajoya “Aşitiyî“ be.
Hukumet li gel PKKê yan jî Qendil zehemete ku bigihe tu encamekî ji bo destpêkirina pêvajoyekî. Lê dikare bi mercê ku Qendil derve bimîne li gel Ocalan pêvajoyekî destpê bike. Pêwistiya AKPê û Ocalan jî bi vê heye.
Lê gelo dê hingê helwesta , Qendil û HDPê çibe? Niha pirsa ku herî mezin di nava PKKê de bi awayek nehînî tê gotubêj kirin eve.
Dixweyê ku, bersiva gelek pirsan piştî helwesta HDPê hilbijartinê Stanbulê de, dê zelal bibe.
10.5.2019
Nûçe/analîz
N.Firat