
Kurtejiyana Nêçîrvan Barzani berbijêrê serokê Herêma Kurdistanê
Kandîdatê serokê Herêma Kurdistanê û cîgrê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, kurê Îdrîs Barzani ye, neviyê serokê nemir Mistefa Barzani ye û di sala 1966 ê hatiye dinyayê.
Di 6 ê Adara sala 1975ê de, dema Iraq û Îran li Cezayîrê, li dijî şoreşa Kurdistan, ne xasime li dijî şoreşa Îlonê ya bi serokatiya nemir Mela Mistefa barzani, li hev kirin û biryar dan ku bi hev re neteweyê kurd ji nav bibin, serokatiya şoreşa Kurdistanê jî, şerê çekdarî ji bo demeka kurt rawestand. Wê demê Nêçîrvan Barzanî jî, bi malbata xwe ra koçberî îranê bû û li wê derê çû zanîngeha Tehranê û bêşê zaningeha siyasî xwendiye.
Bavê Nêçîrvan Barzanî Îdrisê gorbehişt, endamê mekteba siyasiya PDKê bû û roleka pir mezin û bi bandor di nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê da hebû. Îdrîs Barzanî bi endeziyarê aşitiyê û avakirina bereyê Kurdistanê tê nas kirin, ew her ji zarokiya xwe ve di nav refên şoreşê de bûye û bi pêşmergeyan ra jî mezin bûye. Nêçîrvan Barzanî, piştî wefata bavê xwe, mecbûr maye ku xwendina xwe bihêle û çûye ketiye nava şoreşê û çekê pêşmergatiyê bi milê xweve kiriye.
Nêçîrvan Barzanî piştî ketiye nava şerê çekdarî, jiyana xwe bi refên pêşmergeyan ra berdewam kriye û di nava şoreşê da pir zû bi pêş ketiye û berprsiyariyên mezin dane ser milên xwe. Her ji ber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989 ê da bû endamê mekteba siyasiya PDKê.
Di sala 1996 ê da bû cîgrê serokê hikumeta herêma Kurdistanê.
Di sala 1999 ê da, Nêçîrvan Barzanî di kabîneya çaran da bu serokê hikumeta herêma Kurdistanê.
Di 2006.05.07 da jî bû serokê hikumeta yekgirtî ya herêma Kurdistanê.
Hikumeta herêma Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî da hikûmetek demokrat, sekular û pirpartî bûye. Ew xebitiye ku civatek modern, pêşkeftî û azad ava bike, her wesa jiyana xelkê herêma Kurdistanê geş û xweş bike û sîstema siyasî û aborî ya herêma Kurdistanê azad û serbixwe bike, ji ber hindê ew bi endeziyarê avakirina Kurdistanê hatiye binav krkin
Nêçîrvan Barzanî gelek giringiyê dide pêşveçûna însanan, parastina mafê jinan, geşepêdana îndustriyê, pêşxistina saziyên hikumetê û giringîya perewerdeyê.
Nêçîrvan Barzanî bi keça serok Mesud Barzanî ra zewciye û çar zarokên wî hene. Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê Farisî, Erebî û Îngilîzî jî dizane. Ew ji swariya hespan, melevanî û serketina ser çiyan bi pêşmergeyan ra hij dke.
Di 28ê gulana 2008 ê, unîversîteya washington caferson li Pennsylvania, bi rêwresmekê doktora fexrî daye Nêçîrvan Barzanî. Ev unversîte di sala 1781ê da hatiye damezirandin.
Nêçîrvan Barzanî giringiyek taybet dide kêmneteweyan û ew dibêje: Her kêmneteweyek xwediyê mafê xwe yê îdarekirinê ye. Ez bi germî pêşwaziya mafê xweîdarekirinê dikm. Em bi her awayî hewl didin ku kêmneteweyan biparêzin. Mafê herkesî heye ku li ser qedera xwe biryarê bide.
Nêçîrvan Barzanî bi keseyeta xwe û dîplomatik , piştî 16 ê Oktoberê Kurdistan ji xeteriyek mezin hêdî hêdî ber bi aramiyê ve bir. Nêçîrvan Barzanî , mercên heyî û rewş bi awayek rasteqên û waq’î (Reel) nirxand û li gor vê jî siyasetek lîberal û serkeftî bi rêve bir û berê Kurdistanê ji tevlîhevbûn, têkçûnê û xirabiyê veguhazt û ber bi pêşkeftin û aramiyê ve bir. Bi wê nermî û dîplomasiya xwe pîlana xiyanetkarên 16 ê Oktuberê ji nav bir.
Bi tenê di nava 120 rojan da zêdetirê 170 hevdîtinên siyasî bi serok, serokwezîr û berprsên balayên Ewropa û dewletên herêmî ra, 15 beyan name û daxuyanî, 12 kongreyên rojnamevanî, belgeyên wan serkeftinane.
Niha kurdistan ber bi başiyê ve diçe.
*Werger ji Bergeh