Serdana Erdogan û nerazîbûna BDP-ê
Serokwezîrê Tirkiye Receb Tayib Erdogan gavek dîrokî avet û serdana Kurdistana Başûr kir. Serdana Erdogan ya Kurdistanê ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Rojnemevanên li gel Erdogan serdana Iraqê û herêma Kurdistanê kirîn gelek hûr ev serdan nirxandin û li gora xwe peyamên serokê herêma Kurdistanê û serokwezîrê Tirkiye şirove kirin.
Di destpêka serdanê de bi awayek vekirî hinek berpirsên BDP-ê, ji serdana Erdogan ya li herêma Kurdistanê ne bi keyfxweş bûn. Hevseroka BDP-ê Gulten Kişinak axavtina xwe ya di guruba partiya xwe de got ku; “ Eger serokwezîr ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan diçe Bexda û Hewlêrê ew xwe dixapîne û li navnîşanên xelet digere. Navnîşana pirsgirêka kurdan li Tirkiyeyê li Amedê ye, li Enqereyê. Divê Erdogan bizanibe kurdên Hewlêr nikarin denga bidin…“
Ev axavtin gelekî xav e û tu naverokek wê siyasî tuneye.Wek kesek ji bûyerekî ne xweş be û daxuyaniyek bi tirs bide. Başe çima Kişinak ji serdana Erdoga ya Kurdistana Başûr ne rihete? Çima ev serdan wê ditirsîne? Lê ji aliyek din berpirsên BDP-ê dema serdana Kurdistanê dikin gelemperî ji aliyê piraniya kurdan ve erênî tê dîtin. Gelo dema berpirsiyarên BDP-ê diçin Kurdistanê û astên bilin de ji aliyê berpirsên Kurdistanê ve têne pêşwazîkirin Kişinak çi difikire?
Kişinak bixwaz e nexwaze Hewlêr nawende çareseriya pirsa kurd e. Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Hewlêr çareseriya pirsa kurd li Bakurê Kurdistanê jî hesanîtir dike. Lê dixweyê Kişinak behsa pirsa PKK-ê dike ne pirsa kurd.
Ji aliyek din ajansa Firat(ANF) bi nêzikbûna xwe ya PKK-ê tê naskirin, nûçeya serdana Erdogan û pêşîvazîkirana wî, bi vî awayî ragihand. “ Pêşwazîkirina ji Erdogan ji aliyê zilamekî ku cilûbergên herêmî li xwe kiribûn, tevî keçeke zarok û grupek xwendekar, di destê wan de ala Tirkiyê, Iraq û alên birêvebiriya herêmê (herêma Kurdistanê) hebûn balkêş bû.“
Nûçey û nirxandinek evqas pûç û beredayî mirov nikare tiştekî li ser bêje. Lê divê PKK û derdora xwe û taybetî ew kesên nêzikî siyaseta PKK-ê serdana Kurdistana Başûr dikin, bizanibin û têbigin ku, “ zilamekî ku cilûbergên herêmî li xwe kiribûn“ Mesud Barzaniye, ew serokê Kurdistanê ye û bi ji % 70 dengên gelên Kurdistanê hatiye hilbijartin. Ew ji kûrahiya jiyanek pêşmergeyatî hatiye û encama Şoreşek dûr û dirêj gihaye serokatiya herêma Kurdistanê. Kurd hemî wî serokê Kurdistanê dizanin, cîhan welê dizane. Lê mixabin nasandina serokê herêmê bi vî awayî divê ew kesên ku bi navê xweyên vê nûçeyê serdana Kurdistanê dikin bila li ber xwe bikevin.
Di rastiya xwe de vê siyaseta PKK û derdora PKK-ê, di derbarê Kurdistana Başûr de rêve dibe, çewtiyên siyaseta PDK-ê bi xwe jî hene, ev yek gerek bête dîtin.Dema pêşwaziya wan tê kirin û qedir û qîmetê wan tê girtin serokê herêma Kurdistanê ye, lê wek din li gora wan“zilamekî ku cilûbergên herêmî li xwe kiribûn“e. Di vê siyaseta durû de kemasiya siyaseta ku PDK xwe di vê derbarê de rêve dibe heye.Dema mirov di vê derbarê de helweste beşek medya partiyê ve girêdayî û pêyamên hinek berpirsên PDK-ê dinêre , ev yek dixweyê.
Kî çi bêje bila bêje serdana serokwezîrê Tirkiye Erdogan ya Kurdistanê, gavek dîrokî bû. Nêzînkbûna Tirkiye û Kurdistanê tu cara nabe gavek li dijê destkeftiyên kurdên Bakur. Berevacî dê zêdetir bibe sedemê gavên erênî di çareseriya pirsa kurd li Tirkiye.
Dema mirov berê xwe baş bide axavtine serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û axavtina serokwezîrê Tirkiye, encama vê serdanê baş tê têgihandin. Mimkine Erdogan bi temamî ne li gora dilê me axavtibe, yan jî gotina Kurdistanê neanîbe ser zimanê xwe, lê em hemî dizanin ji kûdê hatine kûde…
Kemasî Erdogan li ber ala Kurdistanê sekinî û axavtina xwe kir. Lê hêja jî hinek nikarin vê alê bi nav bikin û wek “Ala desthilatdariya herêma Kurdan“ bi nav dikin. Al ala Kurdistanêye,ne ala tu desthilatdariyekiye.. Ji xwe naveroka tevgerek siyasî bi karanîn û ne karanîna vê Alê tê naskirin.
31.Adar.2011
Dara Bilek