Pêwîstiya DYAyê bi stratejîyeke nû li hemeber Suriyê gelek cidiye
Digel berdewambûna xwenîşandanên hevwlatiyan li dijî desthilata Suriyê, Di daxuyaniyeke hevbeş de du senatorên amerîkî daxazê ji îdareya Qesra Sipî dikin ku Amerîka di stratejîya xwe ya nû de vekirî alîakriya gelê Suriyê bike.
John Mc Cain senatorê Partiya Komarî û senator Joe Lieberman senatorê serbixwe di nameyeke hevbeş de daxazê ji Barak Obma serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) dikin ku li dijî desthilata Beşar Esed li Suriyê pitgirîya opozisyona surî bike.
Her du senatorên amerîkî di nama xwe de dibêjin; Pêwîstiya Amerîkayê bi tratejîyeke nû ji bo Suriyê gelek cidiye, stratejiyek ku DYA piştgirya maf û daxazên adil yên gelê Suriyê bike.
Her du senatorên amerîkî daxazê ji îdareya Obama dikin ku digel civaka navdewletî bixebtin daku Beşar Esed bizane eger ew li ser siyaseta xwe ya dijwar û qirkirinê li dijî gelê Suriyê berdewam bike dê rastî siyayên giran bê.