Li Latiqiyê herî kêm 10 kes hatin kuştin
Pêla xwepêşandanên li welatên Erebî destpêkirî gihaştiye Sûrî jî. Bajarê Dera jî bû yekemîn rawestgeha hêrsketina seranserî. Teqîna bajar piştî girtin û îşkencekirina zarokên Derayê hat, ku bi nivîsîna sloganan dijî hikûmetê li ser dîwarê xwendingehan hatin tometbarkirin.
Li gor agahiyên saziyên civaka sivîl û mafên mirovan li Sûriyê, heya niha nêzîka 130 kesan ku di nav wan de zarok, pîr û jin jî hene bi destê hêzên ewlekariyê yên Sûriyê hatine kuştin, ku şeş ji wan di dema birina êrîşan li ser mangirtiyên mizgevta Omerî hatin kuştin. Li gor agahiyan, Deraa bi tevahî hatiye dorpêçkirin. Gava xelkê gundên derdora wê xwestine vê dorpêçê bişikînin 10 kes ji wan hatine kuştin. Opozîsyona Sûriyê daxwaz ji xelkê bajarên din dike ew jî serî hildin.
Amerîka, Elmanya û Frensa û herwiha YE jî nerazîbûna xwe ya tund li himber serkutkirina çekdarî ya xwepêşandanên Sûriyê nîşan da. Wezîra derve ya YE Catherine Aston got: “YE serkutkirin û bikaranîna çekan li dijî xwepêşandanên aştiyane li Sûriyê ku bû sedema kuştina gelek kesan, şermezar dike.”
Serokwezîrê Tirkiyê jî Receb Teyib Erdogan daxuyand ku Beşar Esad agahdar kiriye, ku berî şepêla raperînan bigihe Sûriyê pêwîst e reformên demokratîk bike. Herwiha Tirkiyê firokeyeke tije bi çekan a Îranê li asmanê bajarê Amedê ragirt û neçar kir venişe, ku tê pêşbînîkirin çek ji Hizbullah a Lubnanê re biribe, ku weke opozîsyona Sûriyê dibêje Hizbullah hevkariya Sûriyê di serkutkirina serhildana Deraa de, kiriye.
Berdevkê berê yê Îxwan Muslimîn a Sûriyê Zuhêr Salim bo Rûdawê ragehand: “Pêngavên ku hikûmet li jêr zexta xwepêşandanan davêje bê bandor in. Dem derbas bûye û Esad nikare reforman bike. Divê rêjîm bê hilweşandin. Li Deraa hêzên ewlekariyê bûne sedemê wê yekê ku bûyer mezintir bibe, ji ber bi awayekî hovane êrîş birine ser kesên ku bi awayekî aştiyane xwepêşandan dikirin”.
Zuhêr Salim dibêje, xwepêşandan ji bilî Deraa, li Şam, Hums û Cezîrê jî çêbûne: “Wê li seranserê Sûriyê belav bibin û Deraa bi tenê namîne”.
Derbarê helwêsta Kurdan, Zuhêr Salim ragehand ku hinek kes behsa peymaneke devkî di navbera Kurd û hikûmeta Sûriyê de dikin, lê: “Gelê Kurd, Ereb, Aşûrî û hemû çîn û neteweyên Sûriyê wê serî hildin û ti kes guh nade partiyên xwe. Li Misir û Tunusê jî dîsa xelkê bê ku guh bidin partiyên xwe, serî hildan.”
Tevî ku ev zêdeyî du heftiyane xwepêşandan li Deraa didomin, lê Kurd, ku zêdetirîn sitem li wan hatiye kirin ji aliyê rêjîma Sûriyê heya niha bêdeng e ji bilî xwepêşandaneke biçûk li Qamişlo.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtî ya Demokrata Kurd li Sûriyê Mehmûd Mihemed derbarê bêdengiya gelê Kurd got: “Ev xwepêşandan wê li tevahiya Sûriyê çêbibin, heya hilweşandina rêjîmê. Sitema hikûmetê zêdetir li ser Kurdan bû, lê biryara bizava Kurd ew e ku Kurd xwe nekin qurbaniyên berjewendiya kesên din, lê eger li bajarên din serhildan berdewam bû Kurd amade ne serî hildin. Tenê pêwîstî bi hinek dem heye û di cî de di demeke pir nêzîk de Kurd jî serî hildin”.
Mehmûd Mihemed red dike ku ti peyman di navbera rêjîma Sûriyê û gelê Kurd de hebe û got: “Kesên ku wisa dibên sade û kor in.”
Li gor raporeke tora CNN a Amerîkî derbarê bêdengiya gelê Kurd li Sûriyê, dibêje Kurd li Sûriyê nêzîka ji sedî 10 daniştvanên Sûriyê pêk tînin. Li gor gotina Rêveberê Navenda Rojhilata Navîn li Zanîngeha Londonê bo lêkolînên siyasî û aborî Robert Lo: “Niha Kurd li bûyeran dinerin û amade ne dakevin ser cadeyan, ji ber pirsa wan ji hemuyan bihêztire.”
Hikûmeta Sûriyê ku herdem pirsgirêk bo sazkirina ahenga Newrozê dirust dikirin, îsal ti pirsgirêk çênekir û herwiha Şêwirmenda Beşar Esad, Buseyne Şeban pîrozbahiya Kurdan kir bi helkefta cejina Newrozê. Çavdêr dibên ev bo wê yekê bû ku Kurd weke Deraa serî nehildin. Herwiha ji 260 girtiyên siyasî azad kir, ku 3 ji wan Kurd in û sê çarîka mahkûmiya xwe derbas kirine.
Lê li gor gotina pismamê reviyayî yê Beşar Esad ku navê wî Rebal Esad e û li Londonê dijî, vê karê hikûmeta Sûriyê serkeftî nabîbe û bo CNN dibêje: “Ew nikarin ji ber xwe wî mafê bidin Kurdan bo sazkirina cejina Newrozê û çaverê jî bikin Kurd daxwaza mafên xwe yên dinm nekin, weke wergirtina nasnameyê û axaftina bi zimanê Kurdî. Piraniya Kurdan dixwazin ligel dewleta Sûriyê bimînin, lê ligel vêya jî tê çaveêrkirin ku bêdengiya xwe bişikînin.”
Nûçe : PNA/ Besam Mistefa