Civak

Burhan Namiq: Me tu guman li ser mirina kak Cewher nîne

Duhî li bajarê Herwlêrê li hotêl Çarçira, Burhan Namiq birayê xwedêjêrazî Cewher Namiq di preskonferensekê de sipasiyên xwe û malbata xwe pêşkeşî serokê herêma Kurdistanê, serokomarê Îraqê, serokê parlamentoyê, serokê hikûmetê, hemû hizib û aliyên siyasiyên Kurdistanê û hemû wan kesên beşdarî di mersiam sesaxiyê xwedêjêrajî Cewher Namiq de kirî kir.

Burhan Namiq sipasiyên xwe û malbata xwe yên taybet pêşkeşî Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û Nêçîrvan barzanî cîgirê serokê PDK kir.

Burhan Namiq birayê xwedêjêrazî Cewher Namiq di preskonferensê de got: ”Dema Cewher Namiq dest ji karê hibatiyê berda, gelek kesatî û aliyên siyasî daxaz ji Cewher Namiq kir ku xwe ji bo postê serokê herêma Kurdistanê kandîdad bike, lê wî got ku hindî kak Mesûd di jiyanê de be, exlaqê min rê ji min re nade ku ez xwe ji bo serokatiya herêma Kurdistanê kandîd bikim.

  Li dor sedemên mirina xwedêjêrazî cewher Namiqî, birayê wê Burhan Namiq got:

– Sedemê mirina kak Cewher nexweşiya kansera cegerê bû, tu sedemên din nebûn. Me gelek hewil da ku ji wê nexweşiyê çareser bikîn.

– Yên ku dibêjin Cewher hatibe jehirdan û bijehirê nexweş ketibe tu esil û esas ji bo wan gotinan nîn in, ji ber ku rapora dixtoran heye û tê de sedemên mirina wî diyar in. Me tu guman li ser mirina kak Cewher nîne. Hemû belgeyên nexweşxaneyê ku sedemên mirina kak Cewher diyar dikin li ba me hene û me tu guman li ser mirina wî nîne.

Burhan Namiq birayê xwedêjêrazî Cewher Namiq di preskonferensê de ew yek jî eşkere kir ku kitêbeke kak Cewher Namiq li ber dest heye û ji bo çapê amade ye û di demek nêzîk de ew kitêb dê çap bibe.

Back to top button