Hevpeyvîn

Kakeyî: Azadbûna Rojhilatê Kurdistanê misoger e

Felekedîn Kakeyî yek ji serkirdeyên kevnar ên PDKê ye, ev dû kongre ye xwe bo serkirdayetiya PDKê berbijar nekiriye. Pir caran nerîneke wî ya cuda li ser rewşan heye.
 
Di vê hevpeyvînê de, bi baweriya wî, divê otonomiyek bo parêzgehên Herêma Kurdistanê bê dayin, niha dema wergirtina Kerkûkê ye, dema xwe amadekirinê ye bo azadbûna rojhilat û rojavayê Kurdistanê, bo vê mebestê jî wek pêwîstiyeke pir zêde dibîne ku hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê kom bibin û xwe amade bikin.

Rûdaw: Hûn çawa berê xwe didin xwepêşandana ku di 17.02.2011an de li parêzgeha Silêmaniyê destpê kir. Gelo bûyerên welatên erebî Kurdistanê jî lixwe digrin?
 
Felekedîn Kakeyî: Nikarim bêjim rast e, eger wisa bûya wê hemû cîhan li xwe bigirta. Piştî hilweşandina Dîwarê Berlînê, di sala 1991ê de sê-çar dewlet bi carekê guherîn li Rojhilatê Ewrûpa û çend dewletên girêdayî wan li cîhana sêyem, êdî rawestiya. Guherînên ku niha li welatên Erebî diqewimin diviyabû berî 20 salan di dema hilweşîna sîstema Yekîtiya Sovyêtê ya yekhizbî de qewimî bana, yanî Ereb 20 salan dereng man. Pirsiyar ew e ji ber çi wê demê bandor li van dewletan nekir? Me wê demê li Kurdistanê serî hilda her çiqasî rewşa me cuda bû. Serhildana Kurdistanê dû tiştên nû tê de hebûn, ji bilî zordariya tund a ku rêjîmê dikir, rêjîma Iraqê gihiştibû binbestekê, ne xwe pêşdixist û ne jî rê li ber pêşketina millet vedikir. Diviyabû ligel xelkê Kurdistanê hemû milletê Iraqê serî bihilda. Dema me amadekarî bo serhildanê dikir tê bîra min em ligel hemû partiyên Iraqê civiyan û ez jî tevî van civînan bûm. Biryar wisa bû ku li hemû navçeyên Iraqê bi hev re serhildan bê kirin, li başûrê Iraqê hat kirin, lê wan lez kir û dû heftiyan berî me kirin û vê yekê jî derfet da Baasê ku zû wan binpê bike, ya li Kurdistanê jî hat kirin li Kerkûkê rawestiya. Di raperînê de, yasayek heye û her demê jî wisa bûye, dema raperînê destpê kir divê bigihe serî, eger rawestiya tê vemirandin. Tiştê niha li cîhana Erebî tê dîtin ew e ku ranawestin heya tiştek dibe, lê wê demê li Kurdistanê rayek çêbû ku Iraq nerûxe û nekeve destê Îranê, yanî sedem ew xeter bû ku niha jî bi awayekî din hê jî heye. Mebesta min ew e tiştê niha li Kurdistanê tê kirin, serhildana serekî û giring berî 20 salan hatiye kirin, ev nayê wateya ku serhildanên din nayên kirin û daxwazên din nayê kirin, ji ber jiyan her demekê ku gihişt xetimînê xelk daxwazên din dikin. 

Tiştê niha li Kurdistanê heye xwepêşandan an serhildan e?
 
Ne yek ji wan e jî. Ez di aliyê teorîk de dibêjim. Ez behsa kitekitên bûyera ku li Silêmaniyê çêbû û li Raniya çêdibe nakim, lê behsa koka meseleyê dikim. Ji ber çi dibêjim ne tişteke? Ji ber li ser ti felsefeyekê naçe. Eger em nav li van bûyeran bikin wek raperîn an xwepêşandan, ji xwe xwepêşandan pileyeke raperînê ye. Yanî serhildan xwepêşandan û mangirtin tê de heye û serhildan jî tê de heye. Serhildan ne tenê ew e di cih de herî sîstem an rêjîmê biguherî lê ew e ku tu rewşê bilivînî. Niha li vir qet nikarî weke welatên din bikî, ew jî ji ber tiştekî: awayê sîstemê li Iraq û li Kurdistanê jî çesipî ye ku li ser veguherandina demokratîk bend e, êdî ev demokrasî nayê qebûlkirin an dibêjin ne demokrasî ye û heye bêjin hilbijartin ne dirust in ev meseleyeke dine. Lê du salên din dema hilbijartinên parlamentoyê tên û hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê tê kirin, li Bexdayê jî bi heman awayî. Di demeke nêzîk de, hilbijartinên civatên parêzgehan jî tên kirin, yanî hilbijartin bi berdewamî heye û prose nesekinî ye. Ez behsa Tevgera Goran dikim û eger Komele û Yekgirtû jî herin rexê wê gotina min wan jî lixwe digre. Tu li parlamento ye û moleta karkirinê jî wergirtiye. Hilbijartin hatiye kirin û gihiştî parlamentoyê, li gor yasayekê kar dikî û daxivî. Ewê dibêje dengê min li parlamento dernakeve, televizyon hene û kanala te ya medyayê heye. Ji xwe hinek parlamento li cîhanê hene tiştekî kurt belav dikin û ew jî serokayetiya parlamento sansur dike, wek li Bexdayê heye, li wir beşê ragehandina parlamento bi xwe wêneyê rûniştinan diweşîne. Li Kurdistanê ew jî nîne û azad e. Eger PDKê videoya rûniştinê belav neke, aliyekî din dikare belav bike. Li vir têm ser felsefeya Goran. Ev Yekgirtu jî lixwe digre ji ber ew jî guherînê dixwazin û ev guherîn jî sineta jiyanê ye. Tu ku li parlamenî û moleta te heye, wek wêya ye em hemû di hewşekê de bin. Tu bi kêfa xwe yî dîwarê xwe dipelixînî, lê mafê te nîne dîwarê min jî bipelixînî, başe çawa lihev bikin? Pir bi ciddî dibêjim: Tu li parlamentoyî û parlamentoyê qebûl nakî. 

Lê Goran niha daxwaza hilweşandina hikûmetê dike ne ya parlamento?
 
Hilweşandina parlamentoyê jî rewa ye, lê şertê wê hene. Ez nabêm çênabe, lê ev hilweşandin li gor peyrewa navxwe ya parlamento divê li parlamento bê behskirin. Tu ku li parlamenî, çima li derveyî wê daxwaz dikî? Ku te li wir daxwaz kir du rê hene, bê guman ev weke her biryareke giring dikeve dengdanê de, eger piranî ligel te bûn ser çavan. Eger ne ligel te bûn û te dîsa raya xwe tenê rast dît, rast bibîne; lê divê li gor raya piraniyê tevbigerî. Ev yasaya karê parlamento ye li seranserê cîhanê. Êdî tu li hundirê parlamentoyê daxwaza tiştekî dikî piranî qebûl nakin, dixwazî li derveyî parlamentoyê ferz bikî. Du şaşî di vê yekê de hene: Guherîn çawa tê kirin? An ji serî û yan ji bingehê. Li cîhanê, eger ji serî hatibe kirin, hêdî hêdî hatiye kirin, lê eger ji binî ve be dibe serhildan. Guherîn jî yan bi rêya parlamento û bi yasa tê kirin û yan bi kotekî tê kirin. Tu eger piraniya parlamento hilweşandina parlamento qebûl nekir û got dema wê ya yasayî maye, yanî şert û mercên hilweşandinê nînin, ji ber şertên hilweşandinê hene. Tu rexneyeke te heye ji xwe di cih de bi rexneya te nabe hilweşe, divê rûnin baxivin wa parlamento heye. Li wir dixwazî behsa guherandina serokayetiya Herêma Kurdistanê jî bike. Tu herdem mafê te heye daxwaz bikî hilbijartineke nû bê kirin, lê eger parlamentoya te qebûl nekir divê li gor wê tevbigerî eger na ji ber çi li wir î? Tu êdî herî li derve bi kotekî bi navê wêya ku kolan ligel te ye, ev ne rast e. Rêza kolan û raya xelkê digrim, lê herdem nerazîbûn di nav xelkê de heye li ser tiştekî, li welatên pêşkeftî jî dibînî xelk ji hemû tiştî ne razî ne, lê ev nayê wateya ku tu vî mafî heta wî cihî bikar bîne ku wisa bike qaşo tu dixwazî li derveyî parlamentoyê bi kotekî tiştan biguherî, ev zordarî ye. Loma dibêjim têgihiştin ji guherînê ji vir e, guherîn eger di sîstemeke parlamenî de bû rêyên wê hene. Nabêjim mafê wan ê xwepêşandanê nîne, lê ev nayê wateya ku ev maf her gav û bo her tiştî bikar bînî ku li parlamento deng li ser nehtiye dayin. Deng li ser nehat dayin divê qebûl bikî, lê rexneyan lê bigre û li ser baxive, lê wisa neke ku kolanê bikî alternativê parlamento. Ev di demekê de dibe ku hikûmet û parlamento ji derb ketibin û sîstem bi tevahî ji tevgerê ketibe.

 Ew dibên ji derb ketine…
 
Lê ne di destê wan de ye, nirxandin çewt e. Ji dema ku Tevgera Goran çêbûye li ser naxivîme, lê nirxandina Goran ji tiştan re çewt e. Ramana wan çewt e, mafê min li ser kiryarên wan nîne û azad in kîjan felsefeyê peyrew dikin, lê gava felsefeya wan bû pratîk û bi vê pratîkê mala min ligel mala xwe pelixand, wê demê mafê min heye baxivim. 

Ew dibên parlamento ji kar hatiye xistin. Sîstem yekhizbî ye, li Silêmaniyê tena partiyeke serdest heye û li Hewlêrê jî bi heman awayî ye. Dibên desthilata dadwerî ne serbixwe ye û li dijî me tê dehifdan. Herwiha dibên teknokratên me ti posteke hikûmî wernagirin û gendeliya Kurdistanê ji ya Misr û Tunusê jî xerabtir e, yanî hinek hincetan tînin?
 
Parlamento ka ji kar hatiye xistin û kê ew ji kar xistiye? Eger hemû daxwazên wan qebûl bike, êdî ji kar nehatiye xistin! Parlamento ji kar dikeve gava ku serokayetiya Herêma Kurdistanê wek bilindtirîn desthilat an parlamento bi xwe biryara rawestandina xwe bide. Yek ji mêkanîzimên hilweşandina parlamentoyê ew e ku bi xwe biryara hilweşandina gerên karkirina xwe bide, lê di wê rewşê de jî divê di demeke kurt de hilbijartin bê kirin. Loma bawer nakim parlamento hatine rawestandin. Xala dûyem jî ku dibên yekhizbî heye, nexêr piranî heye ne ku yekhizbî. Li Kurdistanê du partiyên piraniyê hene û ev rastiyeke, were tu bi xebateke baş biguhere. Tu dikarî bêjî ev partî piranîbûna xwe xerab bikar tîne, mebesta min ne ew e hincetê bo hemû tiştên PDK û YNKê bibînim, lê dibêjim di aliyê rewatiyê de ji ber ku piranî ne yanî ew desthilatê birêve dibin û ev piranîbûn jî ne tiştekî îroyîn e û vedigere serdema serhildanê. Dema dibên teknokratên me tevî hikûmetê nayên kirin, dibêjim mafê wan heye. Her partiyek fraksyona wê li parlamentoyê hebe, mafê wê heye tevî hikûmetê bibe. 

Lê wan bi xwe beşdarî nekirin?
 
Pirsiyar ji xwe ev e. 

Ew wekheviyekê di navbera rewşa vir û rewşa Misr û Tunusê de dikin ku bi baweriya hinekan çewt e ji ber ku Kurdistan li gor yasayê dema bûna serokê Herêma Kurdistanê û hilbijartina parlamento cuda ye ji van herdû welatên Erebî. Li parlamentoyê ti hizbek nîne ji sedî 99ê dengan anîbe. Lê gava tê ser gendeliyê ew dibên tiştê li vir heye li Misr û Tunusê nîne?
 
Li Misr û Tunusê du rêjîmên girtî hebûn ku rê nedidan kes baxive. Misr ku bi hezarên salan navenda çand, raman û hunerê ye, wisa lê hatibû ku rewşenbîran nikarîbû baxivin. Ev li vir tune. Li Tunusê jî, Zênabidîn Bin Elî bi derbeyê gihişte desthilatê û Hebîb Boreqîbe yê damezrênerê Tunusê xist zindanê. Li gor hemû exlaqên siyasî, ew karekî ne baş bû. Axir tiştek heye jê re dibêjin exlaqên siyasî em qet behs nakin. Boreqîbe pîr û nexweş bû, ew kir serokwezîr, yanî hertişt di bin destê wî de bû lê dîsa derbe li dijî wî kir. Ji xwe eger bihata rawestandin tenê du sê salên din wê bijiya û bimira. Selahedînê Eyûbî ku hakimê Misrê bû, xelîfeyê Ebasî li Bexdayê ferman jê re şand ku xelîfeyê Fatmî li Misrê ji kar bavêje ku wê demê nexweş bû, Selahedîn ji melayên xwe re got ji mizgevtê bi navê xelîfeyê Ebasî xutbeyan bidin, lê rasterast nebêjin nexweş e, heya bimire bila nizanibe hatiye rakirin. Hişt bi aramî bimire û dû re jî bi rêzdarî veşartin. Selahedîn berî 800 salan wiha kir, lê Bin Elî wisa nekir. Gava ku gihişt desthilatê jî partiya xwe jî paşguhxist. Li vir gava behsa serokê Herêma Kurdistanê dikin, heya niha ev gera dûyem e serokayetiyê dike, lê eger bo gera sêyem yasayê jî rê nedayê û bi kotekî got ezê bimînim wê demê mafê te heye tu serhildanê bikî. Nizanim yasaya serokayetiya Herêma Kurdistanê çawa ye, lê dîsa naxwazim bibe sê ger, ez endamê PDKê me û serokê mine, lê dixwazim vê gerê xilas bike û bi emanet bêje bi xatirê we. Eger serokê Herêma Kurdistanê serok Barzanî bû yan keskekî din bû, dema wî moleta wî ya yasayî xilas bû û got nexêr naçim wê demê ezê jî serhildanê bikim li dijî wî. Lê hê me ew tişt nedîtine. Li ser meseleya gendeliyê jî, Emerîka û Brîtanya jî dibên gendelî li cem me heye, lê gendelî tê çareserkirin. Hê wezîr bûm ku planek ji aliyê hikûmetê hat danîn bo nehiştina gendeliyê. Bawer dikim gendelî her tê kirin, lê tu dikarî kêm bike û rê lê bigre û gendelkaran zû ceza bikî. li Iraq û Kurdistanê jî, ev kêm e. Pêwîstiya me li Kurdistanê bi şefafiyeteke zêdetir heye û ev jî dikare bê kirin.

Tu yek ji wan kesanî ku çend caran Mûamer Qedafî dîtiye. Kurd hinekî pê re hevsoz in ji ber piştîvanîkirina wî li serxwebûna Kurdistanê, her çiqasî hejmareke zêde ya Lîbiyan wî wek dîn û dîktator binav dikin. Niha wa rêjîma Qedafî li ser keviya ketinê ye, tu wek Kurdekî û wek te wî naskiriye û serdana Lîbiyayê kiriye, çi pêşbînî û jê re hêvî dikî?
 
Eger bi xweziyan be, dixwazim gotûbêjan ligel opozîsyona xwe bike. Niha Ewrûpî di bin de dixwazin ku Lîbiya bibe 3-4 herêmên federe. Lîbiya di bingeh de sê parçe ne. Yek ji wan Bengazî ye li rojhilat ku herdem tevger lê hebû û cuda bû, di heyama Yunaniyan de jî dewleteke cuda bû. Ya din Terabuls ku parçeyê herî mezin ê Lîbiyayê ye û ji navend berbi rojava berbi başûr dirêj dibe û nêzîka milyon km4, ji ber Lîbya bi xwe mezin e û hemû milyon û 770 hezar km4 e, lê xelkê wê nêzîka 7 milyon kesane, lewra herdem pêdiviya wê bi kesên biyanî bûye ku li wir kar bikin, nêzîka 2 milyon Misrî li wir kar dikirin. Di sala 1986an de li wir bûm. Qedafî çû bo dîtina nêzîka 500 amûrên çandiniyê weke traktor û deraseyan. Hemû li wir ketibûn û zingar girtibûn û kes nebû wan bikar bîne. Qedafî ji gelê xwe re got nizanim çi bikim ji we, ji we re dikirim hûn wan bikar nayînin, xelkê ji derve tînim hûn qebûl nakin, wê demê Tunusî li wir bûn gotin bila Tunusî herin, got başe we çima daxwaza vê yekê kir. Mebesta min ew e Lîbiya di aliyê aborî de bê pirsgirêk bû. Di warê niştecihkirinê de, Lîbiya ji 1981an ve yekemîn dewleta Erebî bû ku pirsgirêka niştecihbûnê çareser kir. Dahata takekes li Lîbiya ewqasî bilind bû ku piştî welatên Ewrûpî dihat, yanî pirsgirêka aborî û bêkariyê ewqasî ne beloq bû lê du arîşe hebûn, yek ji wan navçeperestî bû. Binxazî ku rojhilat e dixwaze bi xwe xwe birêve bibe. Qedafî di gotara xwe ya dawî de aciz bû û got; başe ez dipejirênim bila otonomî be, diyare di bin re guftûgoyek wiha heye. Ji xwe wekî min gotî, Lîbya ji sê herêmên serekî pêktê, lê dibe ku 4 yan 5 herêm. Ango rewşa wê her ji jêr ve wek rewşa Kurdistanê ye û nîv ne navendî heye, lê dixwazin bikin yasayî. Me di dema xwe de got, dibe ku Lîbya bibe federal. Navçeya Trablus ji hemûyan dewlimendtir û giringtire, dibe ku bibe herêmek. Navçeyek din heye jêre dibêjin, Fezzan û paytexta wê Sebha ye, dikeve başûr û piraniya axa wê çole (sehra). Ji sedî 80’ê xaka Lîbya çole. Ev hersê navçeyane bi tevayî ji bo federaliyê amadene, wekî me pirsgirêka sinor û navçeyên veqetayî nîne. Her bi vî sinorî rêveberiya niha dikarin wekî Çekoslovakya bêjin, hun li wî alî û em li vî alî. Di dawî de her wê wisan lê bê. Ev yek ji pirsgirêkên Lîbya ye, pirsgirêka eşîrtî jî heye û çavkaniya xwe ji vê yekê girtiye. Filan eşîr temaşe dike, xelkê eşîra din zêdetir di nava hikûmeta navendî de ye. Kurê Qedafî, Seyfulîslam gotinek kir, behsa wê pirsgirêkê kir û got; dû rê hene. Yan werin pêkbênin yan emê parve bikin. Wî ne bi eşkereyî got, lê di dawî de Qedafî bimêne yan nemê, wê her wisan lê bê. Pirsgirêka Lîbya ya dûwemîn, pirsgirêka azadiyê ye, bi rastî azadî tune bû. Partiyên siyasî û sendîka nebû, bi xwe sîstemek danîbûn û despêkê gel pê razî bû. Lê niha bihaneyan li ser dibînin, eger ne bi xwe jî heman tiştin, li Lîbya sîstema eşîrtî pir bihêze. Li derdora Qedafî mirovên pir xirab hene, lê bi xwe jî piştgirî kirine û bê deng bûye. 

Bi nêrîna we wê Qeddafî bimêne?
 
Li gor rewşê pir zehmete, lê dû sedem hene û dibe ku jêre bibin arîkar. Ya yekem meseleya Îslamiyan û ya dûwem jî meseleya penaberên ne yasayî ya ji bo Ewrûpa. Li Lîbya tevgerek Îslamî ya bihêz heye û Birayên Misilman rêbertiya wê dikin. Berî demekê nêzî 500 kes ji wan azad kirin û ya niha jî ew kes rêveberiya wê dikin. Wan di girtîgehê de nameyek nivîsandin, gotin; em reviyane, em bi xwe de çûne, me tobe kiriye û em li mal bi aştiyane kar dikin. Wî jî hemû azad kirin. Qeddafî bi xwe zû-zû girtî azad dikir û carekê bi xwe çû, bi dûzerê (şofel) girtîgeh rûxand û got; herin. Lîbya li gel Ewrûpa sinorek deryayî yê dirêj heye. Metirsiya wê yekê heye, dibe ku ji wê derê bi sed hezaran Efrîqî ber bi Efrîqa ve koç bikin. Ev pirsgirêkek pir mezine û Ewrûpa gelek jê tirsiyaye. Ya din jî egera deshilatdarbûna Îslamiyan e û ew jî ji bo Ewrûpa pirsgirêkek mezine. Dibe ku ev pirsgirêkane arîkariyê bidin Qeddafî, ez dibêjim dibe ku ji ber ku ew bi xwe arîkariyê nade xwe û hinek gotin ne di berjewendiyên wî de ne. Ew niha di rewşekê de ye dikare bi awayek din, heman gotinan bike. Eger na ji xwe di bersiva gel a ku daxwaza dezgehên destûrî dikin, got; kerem bikin hun çi destûrê dixwazin bi xwe danin. Seyfûlislam jî got, emê komîteyekê ji bo danîna destûrê dirûst bikin. Di tiştên pir ecêb di nava gelê Lîbya de hene. Beşek pir eşîrtî û paşketîne, beşek jî pir pêşketine û ji ber nêzî Ewrûpa ne. Ango çînek rewşenbîr û xwendekar hene. Ew dîplomatkarên dest ji kar vedikêşin, ew kesin ên li derve yan jî cîhan didin; ji ber vê yekê dest jê berdana xwe radigihênin. Ji ber dizanin rewşa niha li gel vê demê nagûnce, lê hinek kes hene di nav de piştgiriyê didinê. Qeddafî ji sala 1969’an ve li ser deshilatdariyê ye û ji sala 1970’an ve dest bi hinek reformên giring kir. Ya yekem di warê xwendinê de û asta herî bilind heye, tenê Tûnis di asta wê de ye. Ya dûwem rolê keçan di xwendinê de, pirsgirêkek pir mezin li ser vê yekê dirûst bûye. Mela fetwa didan û digotin, nabe dibistanên keçan bi tenê jî hebin. Wî parastina hemûyê kir û karî bisepêne. Ya sêyem tendirûstî, çarem niştecihbûn û ya pêncem jî kiştûkal. Rûbarek bi dest çêkirî, ji başûr aniye bo bakûr. Ew rûbar nêzî 1000-1500 km dirêje û li cîhanê projeya avdêriyê ya herî mezine. Lîbya di warê kiştûkal, bi mikûrhatina rêxistina Faw mijûle ku bigihe asta xwe jiyankirinê. Ev karên baş kiriye, lê wekî piraniya rejîmên Rojhilat yekalî lê dixûre. Hinek xelk hene wisan nîşan didin ku rejîma wan demokrasiye, lê ew rastûrast dibêjin; em demokrasiyê naxwazin. Bi xwe xwezaya wê wisane, çi tişta hat ser devê wan, gotina nav mejiyê wan de ye. Ji ber vê yekê, pirsa mana li ser deshilatê, bi baweriya min pir zehmete. Ne tenê ji ber serhildana gel, belkî civaka navnetewî jî na pejirêne, heya eger bimêne jî wê ji deshilatê bikeve. Bi rastî wan berî 6 mehan dest bi danîna destûrê dikirin û kûrê wî serpereştî dikir, lê niha dereng bû.

Ya we derbarê serxwebûna navçeyên Lîbya de behs kirî, wê li Silêmanî dûbare bibe. Metirsiyek wisan tê behskirin ku niyeta hinek ji wan xwepêşandanan cûdakirina Silêmanî ji dû parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê be?
 
Ew jî nexwazin, ez dixwazim. Armanca min ne ew e Silêmanî cûda bibe, cûda nabe, Silêmanî beşek giring û cewherê Kurdistanê ye. Lê ez dibêjim û min di dema xwe de jî ev gotin kirine, nekû Silêmanî bi tenê, belkî hemû parêzgeh. Ango sibe eger Kerkûk jî hat ser, divê ev parêzgehane hemû li gor yasaya parêzgehan bibin xwedî otonomî. Ji xwe İraq jî her wisane, niha Romadî di meryetê de otonomiye. Besra, Kerbela û Necef hemû jî otonomîne. Gelekan dest pê kirine. Her behsa Kurdistanê dikin û ji xwe yên başûr pir şepirzene. Ez dibêjim Silêmanî cûda nebe, lê bila deshilatdariyek zêdetir bê dayîna wan, bûdçeyek zêdetir hebe û giringiyek zêdetir bidinê. Bila zêdetir destê gelê Silêmanî di rêvebirina xwe de hebe.  Bila parlementoyek wan a biçûk hebe, eger navê wê jî ne parlemento be, bila deshilata wê parlementoyê hebe.

Ji bilî civata parêzgehê?
 
Yan jî her ew civat be û bibin xwedî deshilatek zêdetir. Yan jî bikin tiştek berfirehtir û deshilata wê hebe.

Sala borî rexneyên Noşîrvan Mistefa li ser yasaya civata parêzgehan hebû û digot, deshilatek kêm dane parêzgehan?
 
Di wê yekê de ez jî li gelim. Bi rastî min gelek dîqet nekiriye, ji ber dibe ku wî di vê derbarê de xwendibe. Lê ez bi xwe ji zû de dibêjim, bila deshilata parêzgehan zêdetir be û bûdçeya wan zêdetir be. Parêzgar li ser bajarê xwe nebe diktator, belkî rolê civatê hebe, dengê wê hebe û bikare lêpirsînê li gel bike.

Niha di yasaya bûdçeya 2011’an de her parêzgehek dergehek ê sinor hebe, qezenca wî dergehî ji bo wê parêzgehê ye. Ango li gor yasayê, qezenca Îbrahîm Xelîl wê tenê ji bo Dihokê be. Hacî Omeran wê ji bo Hewlêrê be û Başmax ji bo Silêmanî be. Ji derveyî vê yekê jî pereyê zad wê di çarçoveya civîna zad de, rastûrast ji Bexda tê dayîn parêzgehan û wekî caran nade Wezareta Bazirganî ku bikire. Dema ku li Bexda bi vî awayî dest pê kiribe, çima li Kurdistanê ew demargiriye li beramberî deshilata parêzgehan heye?
 
Bi rastî ez ji wê yekê jî zêdetir diçim. Niha Besra wekî daxwaza we mafê wê ye ku parlementoya wê jî hebe û hikûmeta taxan hebe. Bi heman awayî divê parêzgehên Kurdistanê jî xwediyê heman nîv parlementoyan bin. Kurdistan ji navçeyên din ên İraqê zêdetir pêwîstî bi vê yekê heye. Bila em wê azadiyê bidin parêzgehan, ew jî cûrek ê demokrasiyê ye û wê gelê parêzgehan zêdetir xwe bi wî awayî birêvebibin. Wê demê Wezareta Navxweyî walî nadane, belkî wê civata parêzgehê bi xwe hilbijêre. 

Ji xwe niha jî her wisane?
 
Axir di meryetê de başe. Ez dizanim li gor yasayê wisane. Ez çûme Silêmanî ne wisane û çûme civata Kerkûkê ne wisan e. Deshilata wan ne bi wî awayiye, li Hewlêr raste dibe ku Newzat Hadî pir baş be, lê hêj maye.  

Di kabîneya pêncemîn de deshilata waliyan zêdetir bû, lê di kabîneya nû de hatiye kêmkirin. Hersê waliyan daxwaz ji Serokatiya Hikûmetê kirin ku deshilata wan zêdetir be, ev şaş bû?
 
Pêwîste ne wisan ba, niha cîhan hemû ber bi ne navendiyê ve diçe. Niha pirsgirêka Lîbya û piştî wê meseleya Misrê çawan tê çareserkirin? Misrê meseleyek nêzî 9 milyon a Qiptiyan heye. li navçeyên navbera Sûdan û Misrê de Nobe hene. Ev gelên herî kevnin û vedigerin serdema Fîrewnan, Emazîx hene. Ji xwe niha Lîbya bi eslê xwe Emazîxin û eger Qeddafî jê bê derxistin.  

Piştî ku li Silêmanî liqa 4 a PDK’ê dan ber beran, fikrek di nava PDK’ê bi xwe de dirûst bû ku liq û baregehên xwe ji navçeyên Silêmanî vekêşe. Nêrîna we li ser vê yekê çiye?
 
Ez ne li gel fikrên bi wî awayî me û ev tiştek ne raste. Xalek heye û ez dixwazim behs bikim; we partiyek wekî min bi mullet heye û li parlementoyê ye, herdû wekî hevin, mezinî, biçûkî, zêdeyî û kêmî ne giringe. Mebesta min aliyê yasayiye. Tû çima êrişî min dikî, tû gûhertinê dixwazî? Gûhertin bi xwe ne li gel liqane û li gel serokê wê partiyê ye, li gel serokê hikûmetê ye. Ev li Helebce, Seyd Sadiq û Çemçemal jî dûbare bûye.  
 
Çima ev pêngav li ser PDK’ê heye û li ser YNK’ê nîne?
 
Ez nikarim li vê derê bi başî behs bikim. Baş dizanim çima, lê bila ev ji bo paşerojê bimêne. Tişt eşkere ye û destek pir eşkere yê derve di nav de heye û dike hewar. Wî kir, lê bi destê min û te kir. Vêca çima ev meseleye çêdibe? Divê hişyar bin.

Wekî tê têbinîkirin, daxûyaniya 7 xalî ya ku Tevgera Goran derxistî û piştre jî ew daxwazên têxe ber çavan; meseleya Kerkûkê bi tevayî winda ye. Ev nerazîbûna kolanan wê yekê nake qerta zextan a li ser serokatiya Kurd a siyasî. Ji bo ji vê yekê zêdetir hêdî-hêdî ji vegera Kerkûkê neke û heya dem derbaz dibe zehmet dibe?
 
Bi baweriya min niha dema wergirtina Kerkûkê ye. Bi rastî pirsyar bû? Divê biraderên Goran bi xwe bersiva vê yekê bidin, ji ber ku wan felsefa xwe li ser çi danîne û armanca wan çiye; ew dizanin. Ew daxûyaniya ku tû behs dikî, ew bernameya wê tevgerê ye û mafê wan e. Min di dema xwe de jî li ser vê yekê ti axaftin nekirine, min got partiyeke û bernameya xwe belav dike. Ji xwe ji bo wê yekê hatiye damezirandin, eger wê yekê jî nebêje, erê çi bike? Lewra bi baweriya min ev tiştek dine.   

Armanc ewe di rojeva Kurdan de, bi deshilat, opozîsyon û hikûmetê ve Kerkûk xalek lewaze?

 Me timî gotiye ku giringiyek pêwîst neda Kerkûkê û pêwîste beşek ji bûdçeya Herêma Kurdistanê jêre bê veqetandin. 

Hinek Kurdên derve dibêjin, ev raperîna cîhana Ereban ji bo Kurdan li parçeyên din jî dest bi raperînê bikin, firsendek mezine û ji bo Herêma Kurdistanê jî navçeyên veqetayî werbigire. Nêrîna we çiye?
 
Min berê jî behsa vê yekê kiriye ku ev rewş ji dû aliyan ve bihara Kurdan e. Ez tênagihim ku li vê derê serhildanê bikin, wê çi werbigirin. Lê ji bo Kerkûkê, erê. Kerkûk jî bi wî awayî nayê wergirtin, belkî di encama serkeftina raperîna navçeyên Kerkûkê de tê wergirtin. Çima? Niha li vê derê azadiyek heye û bakûrê Kurdistanê jî hinekê ber bi azadiyê ve diçe. Eger Rojhilat û Rojava jî azad bûn, tû wê demê azadî. Dibe ku tû yekser nebêjî min dewlet ragihand, lê tû dibî dewletek dîfakto.

 Wekî Chomsky dibêje, di encama çûyîn-hatina 10 sal bêdengî?
 
Ne 10 sal, we bi 5 salan bê birîn. Çûyîn-hatinê dikî, rêya bazirganan vedikî, gûhertinên aborî, perwede û civakî, ev dibin sedem ku gel hevûdin nas bikin. Wê demê ti pirsgirêk çênabin ku her yek ji wan parçeyan carê di çarçoveya dewletên xwe de bimênin, ji ber wê sinorên wan bên vekirin. Wê demê wê bihara Kurdistanê be. Gelek pêwîste em niha xwe jêre amade bikin, niha pirsgirêka me ewe û ne tiştek dine. Ji xwe her partiyek azade ji bo xwe çi dibêje, lê ez dibêjim divê niha hemû partiyên Kurdistanê xwe amade bikin û bernameyekê danin ku çawan bibînin. Niha ya Rojhilat mîsoger bûye.

Wê li Îranê bi teqe?
 
Sedî sed. Tevî ku di siyasetê de gotin zehmete, lê ez dibêjim ji sedî sed wê Rojhilatê Kurdistanê di demek nêzîk de azad bibe. Rojava jî bi heman awayî, ji ber vê yekê divê em xwe amade bikin. Ji ber ku pêwîstiya wan bi me heye. Pêwîste niha li gel partiyên wan navçeyan bername bên danîn. Wê ev ji bo doza Kurd bibe serkeftinek mezin, lê pêwîste em bi aramî jêre biçîn. Ez nabêjim, wê rejîma Îranê bê hilweşandin, lê ya niha namêne û wê azad bibe. Ji ber vê yekê bihara Kurdistanê ye. Divê partiyên herçar parçeyên Kurdistanê kom bibin. Eger çi tişt nebe bi hevre rûnin û çayekê vexwin, behsa wê yekê bikin ku ev derfeta li pêşiya me çawan bibîn. Ji ber derfetek ji bo pirsa Kurd e û ew jî li gel min giringe. Dibe ku ev bi hinek kesan ne xweş be, mînak, dibe ku filan partî zerer bike, lê bi giştî ji bo pirsa Kurd serkeftinek herî mezine. Lê pêwîste em bi hêdî jêre biçin.

Ew destê ku we gotî li Kurdistanê digere, têkilî bi vê rewşê ve heye?
 
Belê bêgûman dixwaze rê li vê yekê bigire. Bira ev gelek vekiriye, ji ber ku li vê derê tenê ew xal bi rewşa Yemen, Libnan, Hîzbûllah, Misir û Tûnisê ve haitye girêdan.

Lê hinek kes dibêjin wan xwe spartiye ‘Teoriya Plangeri’ yê?
 
Nexêr. Teoriya plangêriyê heye, lê li vê derê nabe bi wê zarokatiyê temaşe bikin. Gelek caran tê gotin ku raperîna 1991’an gel bi xwe kir, raste. Lê ev encama xebata bi dehan sal a partiyan, nexşe danîna ber bi Kurdistanê ve û partiyên din bû. Heryek ji van partiyane rêxistinên xwe li nava welat de hebûn û dest bi amadekariyan kirin. Eger her partiyekê 100 kes xistibe tevgerê, xelk xistin tevgerê. Eger niha jî raperîn li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê rû bide, ew encama xebata Kurdan a 120 saliye. Ji Şêx Ebdûllahê Nehrî heya niha. Dibe ku rewşek bê pêş, eger em bi xwe jî daxwazê nikin, dewletên mezin daxwaza me bikin, her çi nebe nûnerek ê me di nava Neteweyên Yekbûyî de hebe. Ji ber vê yekê ez dûbare dikim ku lidarxistina kongre yan konferansek giştî ji  bo partiyên her çar parçeyên Kurdistanê di vê demê de gelek giringe. Rudaw

Back to top button