ji bona normalkirina rewşa aloz biryareke giring
Serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê îro çarşemiyê 30.03.2011ê di daxûyaniyeke taybet de eşkere kir ku birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, ji bona normalmlkirina rewşa aloza hindeke navçeyên herêma Kurdistanê dê biryarekê bide û dê hikûmeta herêmê Kurdistanê teklîf bike ku rêyên qanûniyên pêwîst li dijî her kes û aliyê ku di dema xwepêşandanên çend heftiya berê de li dijî xwenîşanderan yan li dijî barega, avahî û milkê giştî û taybet tawan encam da bin di çarçêweya yasayê de bên mehkeme kirin.
Fuad Husên got: ” Li gor biryara birêz serok Barzanî ya ku ji bo cîbicîkirinê pêşkêşî civata wezîran û aliyên pêwendîdaran dike, destnîşana hemû wan tawan û binpêkirinan dike yên ku di dema xwenîşandanên çend heftiye berê li çendîn navçeyên herêma Kurdistanê da rû dane û têda hatiye ku li gor qanûnê teamil digel hemû wan kes û liyên tawan kirine bê kirin:
1- Yên ku teqe li hemwelatiyan kiribe û bibe sedema şehîd û birîndarkirina hevwelatiyan.
2- Yên ku êrîş kiribê bo ser baregehê hizban, dezgehên hikûmetê û ziyan bi milk û samanê dewlet û hemwelatiyan gihandibe.
3- Hana xelkê dabê yan hana xelk bide ji bo binpêkirina yasa û nîzama giştî,
4- Bi bêyî muhletwergirtin xwepêşandan rêkxistibe û rêkbixe û li ser wê yekê jî bi berevajiya yasa tevgeriyabe û li ser jî berdewam bibe.
5- Her berpirsekê/a polîs yan asayîşê ku di bicîanîna erkê fermî yê xwe bo parastina dezgeh, milk û samanê dewlet û hemwelatiyan kêmterxem bûbe.