Helbestek ji Naci Orhan Miksî

JI BO MELAYÊ CİZÎRÎ
Hatime cem te Melayê ismê te Ehmed Cizîrî
Aşiqê Xaliq tu yî her zatekê pur bê nezîr î
Min divê payê te busim mislê sadiq bendekî
Tu qebul kî min gedayê dergehê xu-l´min vekî
Bibme aşıq bibme sadiq bêm tewafê ruzê îd
Bikme dor qebra te se’yê ger qebul kî min mirîd
Bême ber wê merqedê her kêşme çavê xu turabê
Ca işaret bê ji qebrê hilbidim mizgîn cewabê
Me qebul kî tu bidî ser deftera meczub û dînan
Ca bi menê me îmar kî sed qetê Mîmar û Sinan
Rewneqa eşqa te yek dem ger bidet çend qelbê Dal
Dê temîz û pakî bit bibte mîsalê Ehlê Hal
Mislê Musa narekê dî te bi şev wî d´xewnê da
Ji wê demê paş bûyî xaqan hem di şê’r û eşqê da
Fenafinllah î tu, zanim te kifşe ew ji guftaran
Tu yî yarê Resulullah dê sundê xwem dused caran
Nemabû perde hej tu sax, di mabeyna te û wî da
Ne hatî dunyayê, wî tu dinasî gelek ji zû da
Te peyda kir xezîna zêr heta dinya ku ava ye
Ewe serwet ji te, mîras ji bo me xelqê Kurd maye
Ew xîma me kurmancî li Cizîrê ku te danayî
Te înşa kir, çi kelhek bû bi dîwana xu zanayî
Xira nabit tu car kelha bi kurmanci te ava kir
Temamê Kurd bi ser xul bûn te dîsa ser li me rakir
Te kurdî êdî tescîl kir bi şê’rê muhrekê lê da
Ne heddê kes ku inkar ket zimanê me ji ew pê da
Nikarim methê can bêjim bi eqlê xu ewê naqis
Li te mane ecêb heyran Ecem, Tirk û Ereb, Faris
Hezar rengan te şê’r xemland û nav lê danî kurmancî
Ewê axa tu ser gêray hezar car busitin Naci
Li ber qebra te dê runim duayê kem dilê suhtî
Bûme aşiq li Dîwana te kurmancî j´me re gotî
Ewê qebra tu lê razay bibit cennet mekanê te
Hezar carê bibim qurbana wî eql û zimanê te
Naci ORHAN MIKSÎ
29.03.2011
Ankara