Londonê soza pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê da
Maykil Falun wezîrê parastinê yê Birîtaniyayê, roja 7ê vê mehê li Londonê li avahiya wezareta parastinê pêşwazî li Mesrûr Barzanî şîretmendê konseya ewlekariya neteweyîya herêma Kurdistanê kir û di civînekê de wezîrê parastinê yê Birîtaniyyaê got ku, herêma Kurdistanê niha herêma sereke ya şerê dijî terorîstan e û azayetî û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê li şerî dijî terorîstên DAÎŞ bilind nirxand û tekîd kir ku, di vê rewşê de Birîtaniya bi zêdetir hevahengî û hevkariya digel pêşmerge û dabînkirina çek û cebilxaneya pêwîst û meşiq û rahînan pêşmerge pabend û berdewam dibe.
Di civînê de ku, general Saymon Mayîl nûnerê taybetiyê serokwezîrê Birîtaniyayê bo şerê dijî terorê amade bû, wezîrê parastinê yê Birîtaniyayê qurbanî û serkeftinên pêşmerge bilind nirxandin û got ku, tu sînorek siyasî ji bo hevkarîkirina pêşmerge nîne û niha ew pilanekê amade dikin daku çekê pêşkeftî di demek nêzîk de bigihînin destê pêşmerge. Wî got ku, welatê wî dê li ser piştevanîkirina gelê Kurdistanê û pêşmerge berdewam dibe û dê digel gelê Kurdistanê di yek çeper de bin heta bi yekcarî terorîstan bişkînin. Mesrûr Barzanî jî got ku, pirçekirina pêşmerge şikestina terorîstên DAÎŞ lezgînîtir dike.
Mesrûr Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê sipasiya Birîtaniyayê kir ji bo wê hemû hevkarî û hevahengiya bihêza di navbera hêzên pêşmergeyê Kurdistanê û sopayê Birîtaniyayê de di warê rûbirûbûna terorîstan de heye. Barzanî got ku, DAÎŞ bi tenê li ser gelê Kurdistanê gef nîne, lê ew ji bo timama azadîxwazên cîhanê gef in û pêwîste hevpeymaniya navdewletî ji bo têkşikandina terorîstan di hemû waran berfirehtir bibe:
– – Gelê Kurdistan û pêşmerge bi qaremanî û mêrxwasiya xwe li şûna hemû cîhana azad şerê terorîstan dikin û dê li herêma Kurdistanê li ser destê pêşmergeyê qareman terorîst bên têkşikandin. Divê civaka navdewletî û hevpeymaniya navdewletî ji bona pirçekirina pêşmerge bi çekê modern û pêşkeftî karek cidî bikin.
– – Heta niha çekê giran û pêşkeftî ji aliyê hevpeymanan ve weke pêwîst bi pêşmerge nehatiye dan û divê ev pirs bi lezgînî bê çareser kirin daku pêşmerge bikaribe dirbên girantir li terorîstan bide û îmkan û gefên terorîstan jinav bibe.
– – Gelê Kurdistanê bi serokatiya serok Barzanî û canfîdayîya pêşmergên qareman heta nefesa dawiyê dê bergiriyê ji axa herêma Kurdistanê bikin û nahêlin yek bihusta axa Kurdistanê di bin destê terorîstan de bimîne.
Weke tê zanîn Mesrûr Barzanî şîretmendê konseya ewlekariya neteweyîya herêma Kurdistanê 4ê vê mehê li ser vexwandina komsyona karûbarên derve ya parlamentoya Ewropayê bi serdaneke fermî ber bi Ewropayê bi rê ket bû û li Biruksilê li parlamentoya Ewropayê gotarek li ser rewşa herêma Kurdistan, Îraqê, şerê pêşmerge li dijî terorîstên DAÎŞ, rewşa penaber û koçberan û Rojhilata Navîn û rola Amerîka û Ewropa li deverê, pêşkeş kir