Cîhan

Mualim li dijê Barzanî û Erdogan axivî û wesfê Ocalan da

Wezîrê derve yê Suriye Welid El Mualim di derbarê PYDê kantonên ku PYDêragihanî herweha di Kobanê de li gel kanalek televizyona erebî Libnanî axivî.

Kanton di rewşa şer de hatine avakirin. PYDê nexwest navê Kurd li Kantona bê û di vê derbarê de israr kir.

PYD nexwest ku kanton tenê ya kurdan be, ji bo vê jî eşîrên ereb jî cih girtin. Ev herêmên xweser nabê ji Suriye bête cuda kirin. Ji xwe kanton bi hevre ne girêdayine.

Mualim da xuyakirin ku ew tu carê nahêlin kanton ji Suriye cuda bibin. Eger tiştek weha çêbibê jî ew tu caran îtirafê li koantonan nakin.

Di derbarê rewşa Kobanê de Mualim got: Kobanê bajarek Suriye û xelkê Kobanê hemwelatiyên Surine. Ji berî niha jî me şek û mihumatin lêşkerî ji bo arikariyê rêkiriye Kobanê. Em niha jî rêdikin. Eme berdewam arikariya leşkerî ji bo Kobanê rêbikin.

Mualim got: Ji berî Amerika êrîşê asmanî bibe ser Kobanê me bi balefiran şerê DAÎş dikira. Lê piştî Amerika dest pê kir, ji bo pêwendi di nav me de nebû, me dev jê berda.

Herweha Mualim da xuyakirin kurd di serokatiya Ocalan de li Kobane bûne yek. Parastina Kobanê ji bo Erdogan û hevalbendê wî Barzanî windabûneke.

 

 

Back to top button