Civak

Pêşmerge li Kobanê rewşa şer guherî

 Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, piştî çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî hevsengiya hêz û şer ji bergiriyê hatiye guhertin bo êrişkirinê û çûna wan pir bi bandor bû di derbarê gihandina ziyanan bi DAIŞê de.

Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emîd Helgurd Hikmet ji KDP.info re ragihand: “Berê çekdarên DAIŞê êriş dikirin û şervanên YPGê tenê bergirî dikirin, lê niha piştî çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanî hevsengiya hêz û şer ji bergiriyê hatiye guhertin bo êrişkirinê.”

Helgurd Hikmet wwiha got: “Çûna Hêzên Pêşmerge pir bi bandor bû û bi hevbeşî ligel berevanên Kobanî karîn encamên baş bidest bînin û ziyanên mezin gehandin çekdarên DAIŞê.”

Rêveberê Ragihandin û Hişyariya Wezareta Pêşmerge wiha got: “Piştî ku di çend rojên borî de karwanekî din ji teqemeniyan ji Hêzên Pêşmerge li Kobanî re çûn, derengiya şeva borî ew teqemenî gihîştin destê Hêzên Pêşmerge.”

Helgurd Hikmet wiha got: “Hîna Hêzên Pêşmerge selamet in û ti ziyanek nedîtine.”

Back to top button