DAÎŞê YNK parast
Malpera Wuşe di nûçeanalîzeke xwe de behsa rewşa navxweyî ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dike û dibêje ku, derketina rêxistina terorîstiya DAÎŞ di xêra YNKê de bû.
Malpera navborî dinîvîse; berî du rojan serokomarê Îraqê hate Silêmaniyê lê jiber nakokiyên navbera serkirdeyên wê partiyê mafûra sor ji bo serokkomar li balefirxaneya Silêmaniyê nehat raxistin û ji aliyê kesên diyarên nav YNKê ve pêşwazî lê nehat kirin.
Li 24 tîrmeha îsal, Hêro Îbrahîm Ehmed û grûpa wê bi alîkariya Îranê Fuad Mesûm yê 77ê salî kirin serokomarê Îraqê û ev yek jî ne li gor dilê polîtbûroya YNKê bû ji ber ku di civîna polîtbûroya YNKê de Berhem Salih du dengên zêdetir ji Mesûm bi destxistibûn.
Hêşta Fuad Mesûm li ser kursiya serokomariyê bi timamî cîyê xwe xweş nekiribû, çekdarên DAÎŞ bajarokê Şingalê kontrol ikir û paşî ber bi Hewlêrê hatin û vê yekê Kurdistan û Îraq xiste nav xeteriyê, lê di xêr û fêdeya YNKê de bû.
Endamekî polîtbûroya YNKê ku, nexwestiye navê wî bê eşkere kirin lê navî wî li cem malpera Wuşe parastiye, dibêje: Bê şik eger çekdarên DAÎŞ ber bi tixûbên Kurdistanê ve nehatiban, da YNK hilweşiye û da şer di navbera her du grûpan de derkeve û da ziyanê mezin çê bin ji ber ku piraniya hêza pêşmerge û fermandarên pêşmerge digel grûpa Berhem Salih in.
Piştî nexweşketina Celal Talebanî sekreterên YNKÊ, nakokî û pirsgirêkên nav wê partiyê kûr bûn lê Hêro Êbrahîm Ehemed, hevjîna Celal Talebanî, hewara xwe gihand Îranê û heyeteke komara Îslamiya Îranê di civîna polîtbûroya YNKê de amade bû û piştgirya xwe ji bo Hêro Îbrahîm diyar kir vê yekê jî wisa kir YNKê bi ser du grûpan de dabeş be; grûpa Hêro Îbrahîm û grûpa deyem jî Berhem Salih û Kosret Resûl.
Li gor endamê polîtbûroya YNKê, Hêro Îbrahîm YNKê bi mîrasa xwe dizane dibêje; Li gor Hêro xanê malbata Îbrahîm Ehmed Mîratgirên YNKê ne, ne Celal Talebanî.
Li gor zaniyariyên wê malperê êkonomiya YNKê nêzîkî 22 milyar dolar in û hemû êkonomiya YNKê di derstê Hêro Îbrahî Ehmed de ye û Îran jî bi hemû îmaknên xwe pitevaniya wê dike. Niha Hêro Îbrahîm, bi piştevaniya grûpa xwe û Îranê, lê dixebite di kongreya bê de bibe sekretera YNKê.
Wuşe/Rojevakurd