Polîtîk

Li ser pêwendiyên Bexda û Hewlêr axivî

 Fuad Mesûm serokomarê Îraqê, îro roja pêncşemiyê 06.11.2014ê li bajarê Hewlêrê li ofîsa xwe ya taybet pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê kir.

Di dîdarekê de, Masûm û Barzanî  pirsgirêkên siyasî û emnî li welêt, rûbirûbûna metirsiya çekdarên terorîstên DAÎŞ li Îraqê û deverê û giringiya sudwergirtin ji piştgiriya navdewletî bo Îraqê di warê serbazî û mirovî de gotûbêj kirin û tekîd li ser giringiya aştiya niştimanî di  navbera hemû alîyan de û piştbestin bi destûr û rêkeftinan kir.

Têkeliyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê û pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî û nehêlana nakokiyan li gor destûrê bi awayekî ku, di berjewendiya balaya timama pêkhate û gelên Îraqê be, hin mijarên din yên dîdara serokomarê Îraqê û serokwezîrê Kurdistanê bûn.

Back to top button