Cîhan

Birîtaniya berdewamî piştevaniya Kurdistanê dike

Civîna digel wezîrê parastinê yê Birîtaniyayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Maykil Falun wezîrê bergiriyê yê hikûmeta Birîtaniyayê û şandeya pê re ku, ji sefîrê Birîtaniyayê yê Îraqê, konsulê Birîtaniyayê li Hewlêrê û hijmareke berpirsên leşkerî pêkhatibû, kir.

Di civînekê de, rewşa eniyên şer û rûbirûbûna terorrê û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de hat gotûbêj kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, ji bona pêşmerge serkeftinên mezintir li dijî çekdarên terorîstên DAÎŞ bi dest bixe, pêwîstiya pêşmerge bi çekên giran û cebilxaneyê heye. Teror ji bo hemû cîhanê metirsî ye.

Wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê behsa serdana xwe ya bo kampa leşkerî ku, tê de pêşmerge ji aliyê berpirsên serbaziyên birîtaniyayî ve tên rahînan û meşiqkirin, kir û kêfxweşiya xwe li hember serkeftin û sewîyeya bilinda meşiq û rahînan tê encam dan nîşan da. Wî tekîd kir ku welatê wî dê li ser hevkarîkirina herêma Kurdistanê di warê serbazî û mirovî de berdewam be û li gor guherînên qonaxên bên dê awayê hekarîkirina xwe bi herêma Kurdistanê re di ber çavan re derbas bike. Li dor arteşa Îraqê jî, wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê got ku, arteşa Îraqê xwe reorganîze dike û hindek serkeftin bi dest xistine.

Di civînê de, herwesa, behsa rewşa penaber û koçberên li herêma Kurdistanê hene hat kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, ji ber ku demsala zivistanê hatiye û rewş dijwartir dibe û êdî wan penaber û koçberan zêdetir pêwîstî bi hevkariyên mirovî heye û divê civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê zêdetir li penaber û koçberan xwedî derkevin û bi awayekî pêwîst alîkariya wan bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, ji bo wan hevkarî û alîkariya pêşkeşî herêma Kurdistanê dike, sipasiya gel û hikûmeta Birîtaniyayê kir û daxwaz kir ku, ew hevkarî û alîkarîkirin bi herêma Kurdistanê re berdewam be. Serokwezîr rola Birîtaniyayê di nav hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê de bilind nirxand. Li dor tîkeliyên digel Birîtaniyayê jî, serokwezîrê Kurdistanê sipasiya rola sefîrê Birîtaniyayê yê Îraqê kir ku, roleke baş di pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Birîtaniyayê de lîstiye û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên xwe bi Birîtaniyayê re di hemû waran de ber bi pêşde bibe.

Wezîrê bergiriyê yê Birîtaniyayê behsa giringiya serdana dawiyê ya serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Londonê kir û tekîd li ser aktîvkirina peymana lihevtêgihiştinê ku di navbera her du aliyan de hatibû îmza kirin kir.

Di dawiya civînê de behsa pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin û wezîr û şandeya Birîyaniyayê dupat kir ku, welatê wan bi timamî piştevaniya çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de dike û hêvî dike ku, bilezgînî ew pirsgirêk bên çareser kirin daku her du alî giraniya xwe danin ser pirsên sereke weke; nehêlana teror û terorîstan. Şandeya mêvan serkeftin û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdisdtanê li cenga dijî terorê bilind nirxand.

Di civînê de serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, wezîrê pêşmerge, peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê, berpirsên têkeliyên derve yê herêma Kurdistanê û nûnera hikûşmeta herêman Kurdistanê ya Londonê amade bûn.

Back to top button