Civak

Ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê konserek saz dike

Hunermendê Kurdistana Mezin Şivan Perwer li bajarê Hewlêrê konserek ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê de saz dike.

Konsera Perwer 3ê vê mehê piştî nîvro li wargeha Penaberên Rojava ya li Basirme birêve diçê û rêxistina Reyz Fondasyona Ewrupî sponsoriya vê konserê dike.

Şivan Perwer li vî derbarî got: “Berê ji bo piştgîriya li hemû gelê Kurd, li seranserê cîhanê sedan konsert û ahengan min saz kiriye û niha jî berdewamiya wê karê xwe didim. Hun hemû dizanin ku êşa gelê Rojava li çi rewşek daye. Berê jî li navçeyên dinê Kurdistanê bi vî awayî gelê Kurd koçberê welatê din bûye. Wê demê dîsa ji bo piştgîriya wan kesan dehan konsertan me saz kir. Îro gelê Rojava li bin mercekî xerap da dijîn. Ev konsera min ji bo nasandina vê rewşa xerape.

 

Back to top button