Bi vî rengî yekitî nabe!!!

Gelo carekê jî be yên behsa yekitiyê dikin, ew rewş û ev rewş analîz kirine ku astengiya partî û rêxisinên bakurê Kurdistanê nikarin yekitiyekê pêk bînin, çiye?

Bûbê Eser
Ez jî di nav de piraniya endam, serok û rêvebirên partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê, rewşenbîr û ronakbîrên kurdan, behsa yekitiyê dikin. Lê em nafikirin ku di nava piraniya partiyên me bi xwe de yekitiyeke pêbawer tuneye. Di rewşeke weha de em ê çawa yekitiyek berfireh pêk bînin? Ji ber vê ez dibêjim: nepêkanîna yekitiyan ji ber du sedeman e:
Yek; Piraniya partiyên me bi xwe, di nava xwe de ne yek in. Sedem ji vê ew e ku di nava piraniya partiyan de rêvebir û serok hene ku bi dev vê dibêjim, lê ji dil li dij in.
Ji ber ku zanebûn û têgihiştina gelekan, cih û kursiyên girtine li hev nayê. Ya din jî; piraniya wan ji nifşê 1970ê tên. Perwerde û zanebûnên wan jî li gor wê demê reng girtine. Bi piranî û bi giranî hê jî fikir û rananên wê demê bi wan re serdest e.
Ya dudan, Piraniya rêvebirên yekitiyan dixwazin, bi eşkereyê wê diparêzin, lê bi awayeke dizî li gel çend pêgirtên xwe tim jî li dij yekitiyanin.
Ji ber ku hin dizanin bi avakirina yekitiyan de, hin serok û rêberên zana û jîr wê bêne hilbijartin. Lewra wê demê jî berpirsên mezin yên bi nav û deng(!) ji berpirsiyariyên xwe bi dûr dikevin. Wê ew mezinahî û berpirsiyariyên wan dê ji dest here. Loma jî kesên weha tim bi awayekî dizî li dij yekitiyan in.
Çareserî:
Li gor min, divê her partiyên Kurdistanî, tevger û platformên ku hene, ji xwe de dest pê bikin. Berê yekitiya nava xwe misoger bikin da ku bikaribin, yekitiyeke berfireh pêk bînin û doza yekitiyan li hinên din jî bikin.
Heta ku vê pêk neynin, tu yekitî pêk neyê. Di nava partî an rêxistinekê de bi xwe nakokî hebe, dê gelo wê çawa nakokiyên partiyên din çareser bikin?
Xaleke girîng ya din jî ew e ku yên îro behsa yekitiyan dikin, ji binemalên tevger û partiyên salên 1970 ne.
Bala xwe bidinê van canik û camêranana jî ji wê demê û heta îro her behsa yekitiyê kiribûn, li ew yekitiya me û gel dixwest, pêk nehatiye. Gelo carekê jî be yên behsa yekitiyê dikin, ew rewş û ev rewş analîz kirine ku astengiya partî û rêxisinên bakurê Kurdistanê nikarin yekitiyekê pêk bînin, çiye?
Heger em yekitiyek berfireh dixwazin, divê berê û ji nûde hemî partî û tevgerên Kurdistanî li nava xwe vegerin, yekitiya nava xwe saxlem bikin da ku bikaribin daw û doza yekitiyê bikin.
Di partî û rêxistinekê de endam û rêvebir ne li hev bin, di nava wan de nakokiyên dûr û kûr hebin, ew tenê bi şîrêzi bi hev zelikî bin, dem tê şîrêza ew bi hevdu zeliqandibû, kevn dibe û ew bi hev zelikandin ji hev dikeve. Gelek caran ev hatiye tecrubekirin lê neçûye serî.
Loma jî tim bi hevre karkirin û yekitiyên bi şîrêzê bi hevdu re hatine zelikandinê, nikare temendirêj bî. Ji ber vê jî, ji her du sê salan carekê çend kes bi şîrêzê bi hevdu dizeliqin, heta ku wexta wê jî diqede.
Pêşniyara min ew e; divê her rêxistin berê yekitiya nava xwe pêk bînin. Hemî endam û rêvebir li hev bin, bi ruhekî neteweyî, ji berjewendiyên sexsî dûr, dest bi karê yekitiyê bê kirin. Heta ku ev nebe, wê tu yekitiyên neteweyî, xurt û saxlem pêk neyê.
Ji bona yekitiyeke weha jî divê serkêş û rêvebir ciwan bin. Yekitiyên nifşê me bikin, wê ji bona kêf û xweşiya çend salmezinan bin ku ew ên bibin serok û rêvebir. Ji ber ku heta niha çi yekitî pêk hatibe, serok û rêvebir, modela 1970ê ne.
Ji ber vê ez dibêjim; heta ku her partî nava xwe saxlem neke, rêvebiriyê ji destê wan salmezinên, her yekî çend rêxistin têkbirine, bi salan di nava karê yekitiyan de ne, lê bi ser neketine, derxin. Divê ew ji bona yekitî û bi hevre karkirinên nû tevlî wê nebin, lê weke xwedî tecrûbe, zanyarî û raberduyên xwe bide ciwanan, dikarin hebin.
Li bakurê Kurdistanê ji sala 1979an heta îro her behsa yekitiyê heye, lê pêk nayê? Gelek gav jî hatine avêtin lê bi serneketiye. Gelo ev ji we re jî ecêb nayê? Li bakurê Kurdistanê gelek, rêvebir û serok hene ku ji bona yekitî pêk bê agir ji devê wan difûre, lê piraniya wan jî ji bona ew agir gûr nebe çi ji wan tê texsîr nakin.
Divê êdî partî û rêxistinên me dest ji mesela yekitiyan berdin. Li nava xwe vegerin. Berê yekitiya nava xwe xurt bikin. Serok, rêvebir û endamên xwe li bêjingê bixin, yên li ser man, bila dest bi mesela yekitiyan bikin.
Bes e êdî ku em vê ked û zehmetiyê ji bona yekitiyan(!) didin. Ji ber ku him yekitî pêk nayê hin jî em bi xwe xurt nabin. Ji çend salan carekê bi navê yekitiyê, em yên heyî jî hildiweşînin…


