Nivîsar

16ê Tebaxê ya dîrokî

Helwesta Barzanî û PDKê her çi be, her guhertinek jî di asoya pêşeroja Kurdan de hebe, dîsa jî sernivîsa herî giring ji bo tomara têkoşîna Kurdayetîyê, tevî hemî serkeftin û şikestinan, piştî têkçûna Komara Kurdistanê ya 1946an, li gor baweriya min, niha jî her di bin sernivîsa 16ê Tebaxê de kom dibe. Kurd jî weke hemî milletên din yê dinyayê, di qonaxeke dîrokî de, pêdivîya Kurdan bi lîderekî (xwedî hêz) îca hêza wî ji her cihê be, hebû. Heta ku ewqas dikare ku biryar li çarenivîsa xwe bide.

Kurd xwedî Serok Mistefa Barzanî bûn, Serok Mistefa Barzanî jî dîroka 16 Tebaxê ji bo Kurdayetîyê di dîroka Kurdan de nivîsand.

Çîna navîn ya Kurdan tune bû, di halê de tune bû. Em bêjin mîna niha qîmeta wê bi qasî qîmeta tirp û gêzerekî bû, zêdetir na! Dema Serok Mistefa Barzanî di 16ê Tebaxê de ji (Hemze Ebdulla) re got: ez bi hêza Barzan (di demekî de ku niha li Başûr hêza ti kesî tune) ji te re dibêjim, Bi fêrbûna me ji Komara Kurdistanê 1946an û partiya wê, em ê “Partiya Demokrat” li Başûrê Kurdistanê çêbikin. Ez bi xwe pêşewaya wê me, Şêx Letîfê Hefîd jî (ji ber ku kurê Şêx Mehmûdê Berzencî ye û di navçeya xwe de xwedî hêz e) û Kake Ziyad jî li bajarê Koye (ji ber ku li navçeya xwe axayekî xwedan hêz e) bila her dû bibin cigirê min. Yên ku mîna te difikirin û komunîst in, hûn jî bi nivîsên xwe, ku tenê hûn bi xwe jê fêm dikin, xalîçeya mijarên xwe bi gotinên xwe birêsin.

Tiştê ku di vê 16ê Tebaxê ya beriya 78 salan heta niha di Kurdayetîyê de cih girtiye, serê wan hemî tiştan di qapûtê vê 16ê Tebaxê de derketiye. Tişta nû li derveya vê 16ê Tebaxê de di Kurdayetîyê de çênebûye û bi ser neketiye.

Tiştê ku niha heye, yan bi rêya vê 16ê Tebaxê an jî bi rêya berteka li dijî vê bûye. Dara 16ê Tebaxê, niha encama dîroka 78 saliya Kurdan di bin siya xwe de kom dike.

Desthilata Barzanî mîna padşahên din yê dîrokê ku netew çêkirie, gihişt kur û neviyên wî.

Lê niha desthilata malbata padîşah, her çiqas tekane kart e ku di siyaseta navneteweyî de nûnertiya Kurdan dike, di nav xefika Zaxo û Dêgele yê de maye, gelek dijminên hundir û derve jî ji bo hilweşandina wê pir çalak dixebitin.

Ji ber vê yekê jî piştgirîya herêmê û desthilata wê (Malbata Barzanî) li rewşa îroyîn de û di vê qonaxa dîrokî ya Kurdan de, erkê ser milê her Kurdekî neteweyî ye.

Îca piştî vê qonaxê çi? Gelo 16ê Tebaxê dikare Kurdan ber bi pêş ve bibe? Dikare xwe ji ber 16ê Oktoberan bigire? Rewşa perçeyên din, rewşa navçeyî û navneteweyî derfeta derbasbûn ji vê xefikê ji bo Mala Barzanî çêdike? Hêzên nû yên neteweyî derdikevin holê ku bikarin tiştên zêdetir û baştir ji yê Mala Barzanî ji bo Kurdan bidest bixin?

Gelek pirs di serê mirov de hene. Belkî yên ku di temenê min de ne û mina min nikarîne qet kevirekî bixin ser kevirekî din, bersiva van pirsan nebînin. Lê divê ciwanên îro ser van pirsan bifikirin û bersivê bibînin.

16ê Tebaxê ya dîroka me ji Kurdan, ji Serok Mesûd Barzanî û PDKê pîroz be.

Şêrko Hejar Mukiryanî

Ji Soranî: Dilovan Ali 

Back to top button