Cîhan

Di êrîşa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de 10 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser avahiyeke li Nabatiye ya başûrê Lubnanê de nêzî 10 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya nûçeyan NNA îro Şemiyê ragihand ku di êrîşê de nêzîkî 10 kes, hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne. NNA’yê diyar kir ku hemû kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane welatiyên Sûriyeyê ne û diyar kir ku piştî nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane bi testa DNA’yê bê diyarkirin dê hejmara dawî ya êrîşê bê aşkerekirin. Artêşa Îsraîlê got ku êrîşa esmanî depoyeke çekan a ku ji aliyê mîlîtanên Hizbullahê ve dihat bikaranîn kirine armanc.

Ev êrîş piştî danûstandinên agirbestê di navbera koma Îslamî ya Filistînî Hamas û Îsraîlê de li Dohayê, ku roja Înê hatibûn rawestandin û tê çaverêkirin ku muzakere hefteya bê dîsa berdewambin.

Alozî li herêmê di hefteyên dawî de zêde bûne piştî êrîşa bi rokêtê ya ku Hîzbullah 12 zarok û ciwan li Girên Golanê kuştin, Îsraîlê jî bi kuştina fermandarekî payebilind ê Hizbullahê li taxên Beyrûtê bersiv da.


Back to top button