Çend têbînî di derbarê 16-yê Tebaxê de û Partiyê de…
Rola Mela Mistafa Barzanî di avakirina Komara Kurdistanê de wekî Serokerkanê Komara Kurdistanê û hem jî avakirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê, ev herdu xal bi tenê bi serê xwe ko mohra xwe li dîrokê dane, bo hizir û bîra neteweyî ya milletê kurd cihê şan û şerefeka mezin in, rûpeleke zêrîn e.
Mehmet Sanri
16-yê tabaxê, 78 saliya Serok Barzanî û Partiya Demokrat ya Kurdistanê Pîroz be! Hem ji bo kesayetiya Serok Barzanî û hem jî ji bo Partiya Demokrat ya Kurdistanê dîrokek bişan û bişeref e. Bêguman Partiya Demokrat ya Kurdistanê xwedanê rê û rêça Kurdayetiyê û pêşenga şerê rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ye. Her gavek ya di van 78 salan de avêtî delîl û şahidek ya vê rastiyê ye.
Dema ji beriya 78 salan di 16-yê tebaxê de Serok Barzanî di bin sîha alaya Kurdistanê de hatî dinê, di heman rojê de (16-yê tebaxê,1946) Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Bexdayê bi Kongreya xwe ya avakirinê hat damezirandin, di Kongreyê de Mela Mistafa Barzanî wekî Serokê Partiyê hat diyar kirin. Ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve jî avakerên partiyê giringiyeke gelek mezin bi wê yekê dan ko hîç zererek ya wan negihî Komara Kurdistanê, ji ber ko Mela Mistafa hem Serokerkanê Artêşa Kurdistanê bû hem jî Serokê Partiya hêj nû hatî ava kirin bû, bo parçeyeke dî yê Kurdistanê, vê yekê dikarî di qada navneteweyî de jî xezebaka mezin bikêşe ser Komara Kurdistanê.
Rola Mela Mistafa Barzanî di avakirina Komara Kurdistanê de wekî Serokerkanê Komara Kurdistanê û hem jî avakirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê, ev herdu xal bi tenê bi serê xwe ko mohra xwe li dîrokê dane, bo hizir û bîra neteweyî ya milletê kurd cihê şan û şerefeka mezin in, rûpeleke zêrîn e. Piştî şikestina Komara Kurdistanê, dema ko Mela Mistafa Barzanî di Gulana 1947-ê de berê xwe dayî rêwîtiya dîrokî ya ber bi Yêkîtiya Sovyetan ve, şerê ko di vê rêwîtiyê de li himberî artêşên sê dewletên dagirker kiriye, bûye wane û ders di diroka mijarên leşkerî de. Şereke nimûneyî yê hêzeka nenîzamî li himberî artêşên nîzamî, sextîya rêya bi çiyayên bi berf, bi lehî û asê li aliyek dî.
Ev şer û rêwîtî bûye efsaneyeke dîrokî. Vegera Mela Mistafa Barzanî ya di 1958-ê de bo Bexdayê jî, vegereka wesa mizafer û cihê serbilindiyê bû ko nav û nasnameya milletê kurd di destûra bingehîn ya Iraqê de da nivîsandin. Şoreşa di 11-yî Îlona 1961-ê de, di bin pêşîvaniya Serokê Nemir Mele Mistafa Barzanî û Partiya Demokrat ya Kurdistanê de li dijî rejîma Be’sî dest pêkirî, her çar parçeyên Kurdistanê xist ber germî û guriya xwe ya agirê rizgariya neteweyî. Hemû kêmîneyên ayînî û neteweyî yên başurê Kurdistanê jî cihê xwe di vê şoreşê de girtin.
Artêşa Iraqê di nav 5-6 artêşên herî bihêz bû di dinê de. Tevî piştigiriya caş û nokerên navxweyî yên Kurdistanê jî, vê artêşê li himberî Şoreşa Îlonê çûk veda; Şoreşa Îlona di 11 Adara 1970-yê de bi “Otonomiya Kurdistanê” hat taç kirin. Bingehê Kurdistana Federe ya îro jî her ew otonomî û berdewamiya wê şoreşê ye. Piştî Peymana bextereş ya di 1975-ê de li Cezayîrê di nêvbeyna Iraq û Îranê de hatî îmze kirin ko hemû zirhêzên dinê di nav vê peymanê de cih girtibûn, milletê kurd şikesteke gelek mezin xwar û hemû destkeftî jî ji dest çûn. Lewma divê em bizanin Serok Mesud Barzanî di rewşeke gelek sext û dijwar de erka Mela Mistafa Barzanî ya serokatiya Partiyê girt ser milê xwe û Kurdistan bi Federasyonê da taç kirin. Qehremaniya şerê Pêşmerge li himberî Daişê û Referanduma Serxwebûnê ya ko milletê kurd êdî bi îradeya xwe derketî ser sahaya dîrokê werçexaneke dî nû di dîroka milletê kurd de pêk anî. Divê em bêjin, di van 30 salên dawiyê yên serweriya Başûrê Kurdistanê de du karîzmayên dî jî bi awayekî gelek geş derketin ser sahaya dîrokê…
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Masrûr Barzanî. Helbet jibilî van barzaniyan di dîroka milletê kurd de, Abdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî xwedanê şan û şerefaka mezin in. Mîraseke mezin bo dîrokê hiştine. Serokwezîr Rêzdar Masrûr Barzanî di peyama xwe ya bo minasebeta 78 saliya Partiyê de got: “Partî ji roja hatî ava kirin heya niha hertim bûye Partiya Kurdayetiyê.” Ez jî dibêjim, ger mirov baş berê xwe bide dîroka Parityê ya ko min li jûr bi kurtasî, bi xulasa amaje pê kirî, karîgeriya Partiyê li ser komelgeya kurd û her çar parçeyên Kurdistanê kiriye, peywendî û danûstandinên di asteyê nêvneteweyî de bi dirêjahiya 78 salên borî de pêk anîn, xweragiriya li himberî her çar dewletên dagirker û hemû hevalbendên wan nîşan dayî, mirov dibîne ko Partiyê wekî Dewleteka Kurdî ya nehatî îlan kirin bizav kiriye, xwedanê mîsyoneka wesa bûye. Ji partiyekê zêdetir wekî dewletekê kar û xebata milletê kurd girtiye ser milê xwe.
Di çend gotinên dawiyê de berê bivir bidim Partiyê. Ev Partiya xwedanê dîrokek hinde mezin, ji gelek dewletan mezintir û xwedan ezmûntir. Ev Partiya xwedanê van lîder û rêberên hinde karîzmatîk ko karîzmaya her yek ji wan dikare sed salan têra îdarekirina dewletekê bike. Çi heyf e ko li himberî hindek partî û grubên helwest û vîzyona wan bo milletê kurd tenê ‘paryatî’ ye, gelek caran neçar û bêdesthilat dimîne. Ev jî kêşeyeke sereke ya Partiyê bixwe ye. Divê di zûtirîn wext de li xwe vegere, bi hêjayî şan û şerefa xwe ya dîrokî, hîç ji kêmasî û bêxemiyên xwe netirse, wan dest nîşan bike û bilez wan ji navê bibe… Careke dî roja avakirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Roja bûyîna Serok Mesud Barzanî li hemû milletê kurd û Kurdistanê Pîroz be!
- Nivîs ji X a Mehmet Sanri hatiye wergirtin..