Polîtîk

Qubad Talebanî pîrozbahî li PDKê kir

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi minasebeta 78 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Barzanî got, em hêvîdar in ev salroj bibe bingeha pêkvejiyan û aştiya civakî.

Texta pîrozbahiya Qubad Talebanî:

Birêz Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê

Birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî

Em bi helkefta salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê li we û hemû endam û alîgirên we pîroz dikin.

Em hêvîdar in ku ev salveger bibe bingeha yekitiya hêz û aliyên siyasî, hevgirtin û aştiya civakî û teşwîqek ji bo yekkirina hewlan ji bo bidestxistina armancên ku ev qonaxa niha ya têkoşîn, siyaset û dewletbûnê ji me dixwaze.

Qubad Talebanî

Cîgirê serokwezîr

Back to top button