Polîtîk

Ziman an Neman

Li Tirkiyê, di warê perwerdehiya bi zimanê dayikê de, du têgeh rabûne hemberî hev. Yek, zor mafdar e û ji bo bidestxistina mafê perwerdehiyê ku bi çi awayî têbikoşe, ew hewldaneke pirr mirovî ye û gerdûnî ye. Yê din, zor neheq e û her ku di warê perwerdehiya bi zimanê dayikê de li pêşberî gelekî dibe asteng û ji bo vê têdikoşe, ewqas dûr mirovahiyê dikeve û xwe di nav kevneperestiyê de dibîne.

Îro, li ser mijara “bi zimanê dayikê perwerdehî” yanê bi Kurdî perwerdehî, hemû Kurd, çi oldar, çi sosyalîst, çi Kurdên di nav BDPê de siyasetê dikin, çi yên di nav AKPê de, çi çepgir an rastegir, qet ji hev cuda nafikirin. Bi dengekî senkronîze diqîrin: Mafê her Kurdekî ye ku bi zimanê dayika xwe, ji dibistana serete de bigre heta perwerdehiya zanîngehê, bi zimanê dayika xwe perwerde bibe. Di vê mijarê de hemû Kurdan yekitiya xwe raxistine ber çavan. Çimkî ev maf, ne mafekî ku li ser nesekinî û girîng nebînî ye. Ziman hebûna gelekî ye. Gelo ziman ji nav Kurdan rakî, ji holê çi dimîne?

Ji aliyê din, ji serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bigre heta Serokê Giştî yê CHPê, ku eslê xwe Kurd e, Kemal Kiliçdaroglu, hemû partî, siyasetmedar, sazî û dezgehên dewletê, nêzika temamiya rojnamevan û nivîskar û kesayetên naskirî, li dijî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, yanê mafê bi Kurdî perwerdehiyê derdikevin. Her çiqas di gellek gellek mijaran de lihev nekin jî, ji hevdu re dijberîyê dikin jî, ji hev nefret dikin jî, ku mijar dibe mafên Kurdan û bi taybet jî mafê perderdehiya bi zimanê dayikê, ew jî dengekî senkronîze derdixînin û diqîrin: Em li hemberî mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê ne. Û têde diçin; gelo ma dersa bijarte besa çî we nake?

Du hefta berê Serokwezîr Erdogan, di axaftina xwe a komcivîna meclîsê de eşkere anî ziman ku, bi zimanê zikmakî perwerdehî ne mafekî bingeh e. Û dibêjin, me mafê dersa bijarte da we Kurdan, em li pêşberî fêrbûna zimanê we nasekinin, keremkin zimanê xwe fêr bibin lê ji me bi zimanê zikmakî perwerdehiyê nexwazin.

Îro, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu’yê di her mijarê de berevajî Erdogan difikire û dibêje, daxuyand ku, perwerdehiya bi zimanê dayikê wê civakê dabeş bike. Bila Kurd bi dersa bijarte fêrî  zimanê xwe bibin. Lê ew li dijî mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ne.

Rastiya jiyanê ne wisa ye. Berevajî têgeha dewletê a neheq, ger ku mafê Kurdan û bi taybet jî mafê  bi zimanê dayikê perwerdehî bê astengkirin, civaka Tirkiyê wê ber bi dabeşiyê ve biherike. Wekhevî civakan dabeş nake, di ser hev de dikelîne û dike yek.   

Li ser darê dinyayê bi dehan mînak hene; Li Hîndistanê 16 zimanên fermî hene, li gorî hesabê we pêwiste di hev de nemaya, çima dabeş nabe? Îcar, bona ku civak dabeş nebe, çima zimanê Kurdan ji holê rabe? Çima Kurd dev ji zimanê xwe berdin? Hûn ji bo zimanê xwe vê qebûl dikin? Tiştekî ku hûn ji bo xwe qebûl nakin, ji bo Kurdan hûn çima qebûl dikin.

Di pirtûka wekhevî, biratî, azadî û heq û edaletê de ma şûna vê heye?

 

Back to top button