Polîtîk

Hîlal Kaplan: Ev guneha ji AKPê re bes e

Nivîskara rojnameya Yenî Şafakê, ku ev rojname bi nêzikatiya xwe a bi AKPê re tê zanîn, Hîlal Kaplan, di qunçiknivîsa xwe de, a bi sernûçeya “ji gunehê li Roboskiyê re nebine hevkar”, li ser ronî nekirina komkujiya Roboskiyê disekine û di vê warê de hikumeta AKPê rexne dike. Kaplan, “tê xuyakirin ku, komkujiya Roboskiyê jî, wek cinayetên ku ji aliyê dewletê ve tên kirin û şopê li pey xwe nahêle ye, lêpirsîna Roboskiyê ber bi vê rêyê ve diçe. Gunehê vê  jî ji bo AKPê bes e.”

Kaplan di nivîsa xwe de diyar dike ku, wê 5 meha berê jî heman tişt nivîsî bû lê 5 meha şûnda dîsa mecbûr dimîne ku heman tiştî bîra wan bixîne. Ew jî nîşan dide ku, wesweseyên di derbarê lêpirsîna Roboskiyê de yên ji bo reşkirina komkujiya Roboskiyê hîn jî li cîhê xwe disekine.

Hîlal Kaplan, di berdewamiya nivîsa xwe de, di derbarê lêpirsîna ku kêm û bi dizî tê meşandin de, li ser disekine û dinirxîne ku, bi vî awayî rapora ku ji bo Roboskiyê ji komisyona meclîsê derkeve jî, ti cara wê ev pirsana nebersivîne:

– Dîmenên Herona kê nirxand?

– Tayînkirina hedefê kê kir?

– Û a herî girîng: Fermana lêxistinê kê da?

Di 28ê berfenbara 2011 an de, balefirên şer yên dewleta Tirkiyê, gundiyên Roboskiyê yên ku bazirganiya sînor dikirin, dane ber bombeyan. Di encama bombebarandina dewleta Tirkiyê de, 34 gundî, ku pirraniyê wan zarok û xort bûn û ji heman malbatê bûn, hatine qetilkirin. 

Komisyona ku li meclîsê ji bo lêpirsîna vê komkujiyê bike hatiye avakirin, ev 10 meh in ku, gavek be jî pêşde neçûye. 


 

Back to top button