Cîhan

Parîs: Kurdistan modeleke serkeftî ye

 

Di çarçoveya serdan axwe a bo Fransayê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, roja 18.10.2012ê beşdarî di konfrenseke siyasî li ser pirsgirêka kurd û rewşa Rojhilata Navîn kir.  Ew konfrens ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê a Fransayê li baregayê rêxistina IMA,  peymangeha fransî bo pirsên cîhana erebî li Parîsê hatibû amade kirin.

berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di konfrensê de behsa rewşa herêma Kurdistanê a piştî serhildana sala 1991ê û berhema serhildanê û avakirina saziyên hikûmetê bi rêya hilbijartinan kir. Di berdewamiya axavtina xwe de, Mistefa, behsa qonxaên binyatdanan civakek medenî, rewşa siyasî, aborî û civakiya herêma Kurdistanê kir û got:

Serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê bi siyaseteke jîr karîn di nav aloziyên pir metirsîdarên Rojhilata Navîn de bi rastî û dirustî miamileyê digel bûyer û pêşhatan bikin, bi awayekî ku, bi tu awayî nebin beşek ji milmilaneyên di deverê de hene. Lê serokatiya herêma Kurdistanê ji bona binyatdanan herêmeke pêşkeftî û biîstîqrar di warê siyasî, aborî û kulturî de xebtên xwe berdewam kirin. Em nuha dibînin ku, herêma Kurdistanê herêmeke aram û biîstîqrar e û hijmareke mezin ji welatên biyanî nûneratiyên xwe li herêma Kurdistanê vekirine û di heman demê de gelek kompaniyên cîhanî li herêma Kurdistanê sermayeyê xwe razandiye.

 

Roja 19.10.2012ê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê li qesra Elizî ji aliyê Emanuel Bon rawêjkarê taybetî yê serokomarê fransayê bo karûbarên Rojhilata Navîn ve hat pêşwazî kirin.

  Di dîdarekê de, berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, behsa helwestê Fransayê di piştevanîkirina gelê Kurdistanê de di rojên dijwar û reş de kir û got ku, piştî azadkirina Îraqê jî, weke destpêxeriyeê ji bo xurtkirina têkeliyan, Fransayê konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekir

Di heman rojê de, Felah Mistefa ji aliyê Fransuwa Cîro berprisê beşê Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîqayê û Krestiyan Neklê rawêjkarê wezareta derve bo karûbarên Rojhilata Navî û berprisên dosyeya Îraqê li wezareta derve ya Fransayê ve hat pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de behsa rewşa nuha a herêma Kurdistanê. Peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsên hilawîstî û xebatên ji bona çareserkirina wan pirsan tên kirin hat kirin.

Rewşa Suriyeyê mijareke dina civînê bû û berprisê têkeliyên derve daxwaz ji Fransayê kir ku, zêdetir alîkariya penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bike.


Di van hemû dîdar û civînan de
, berprisên fransî tekîd li ser piştevanîkirina herêma Kurdistanê kir û ew bi modeleke serkeftî di ware jpêkvejiyan ol û netewyên cuda de wesif kir.

 

Back to top button