YNK li ser Malikî bûye du parçe

Biryar e ku serokê Herêma Kurdistanê navê wî aliyê kurd aşkere bike ku dê posta serokomarê Iraqê werbigire. YNK jî li ser Malikî bûye “du parçe.”

Di vî warî de jî, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel berpirsên pênc partiyên Kurdistanê yên sereke civiya.

Sekreterê polîtbîroya PDK Fazil Mîranî qala beşekî ji ajendaya wê civînê kir û aşkere kir ku qala Malikî û posta serokomarê Iraqê tê de hatiye kirin: “Her pênc partî li ser rakirina Malikî û danîna kesekî din ê Şîa di posta serokwezîrê Iraqê de yekdeng bûn.”

Lê Nûrî Malikî bi fermî ragihandiye ku ti kes û aliyek nikare rê li ber wî bigire da ku xwe ji bo gera sêyem namzed bike.

Fazil Mîranî got: “Biryar e di demeke pirr nêzîk de Barzanî navê wî aliyê kurdî yê ku posta serokomarê Iraqê werdigire eşkere bike.”

YNK dixwaze ji bo gera sêyem posta serokomarê Iraqê werbigire. Di du gerên borî de, sekreterê giştî yê YNK Celal Talebanî li ser kursiyê serokomarê Iraqê rûniştibû.

Li gor Mîranî, vê carê jî posta serokomarê Iraqê dibe para YNK.

Heta niha di nav YNK de her yek ji Berhem Salih, Necmedîn Kerîm û Fûad Masûm namzedên posta serokomarê Iraqê ne. Lê YNK hêj xwe yekalî nekiriye ku kî bişîne dewsa Talebanî li Bexdayê.

Şêwirmendê polîtbîroya YNK Dilşad Ebdilrehman diyar kir ku “şansê” cîgirê duyem ê sekreterê giştî yê YNK Berhem Salih, zêdetir ku wê postê werbigire û got: “Berhem Salih ji bo posta serokomarê Iraqê baştir e.”

Lê YNK heta niha helwesta xwe ya fermî li ser man yan nemana Malikî ji bo gera sêyem ranegihandiye.

Endamê polîtbîroya YNK Azad Cundyanî bi rêya nivîsandina nameyekê ji bo polîtbîroya YNK qala hebûna “du baweriyan” di polîtburoya YNK de dike û dibêje: “Beşek ligel e ku bi Malikî û Bexdayê re li hev bikin. Beşê din jî piştevaniya yekrêziya gelê kurd dikin”.

Cundyanî hişyarî jî da ku “têkdana yekrêziya kurdan” ziyanê digihîne hemû aliyan.

Li gor zanyariyên Rûdawê, nameya Cundiyanî nakokî di polîtbîroya YNK de çêkiriye. Bereya ku dixwaze ligel Bexda û Malikî li hev bike û Necmedîn Kerîm rêberiya wê dike gotine nabe ew her tiştî qebûl bikin ku PDK û Barzanî qebûl nakin.

Azad Cundyanî jî di wê civînê de axiviye û û gotiye: “Nabe her tişt weha bê ravekirin ku di berjewendiya Barzanî û PDK de ye, ji xwe YNK xwîn nerijandiye da ku îro li dijî yekrêziya gelê kurd be. Me çi xêrek ji Malikî dîtiye?”.

Li gor çavkaniyên Rûdawê, di civîna polîtburoya YNK de, li ser yekrêziya kurdan û piştgiriya Malikî kêşe derketiye. Endamê polîtburoya YNK Omer Fetah berê xwe daye endamên polîtburoya YNK, bi taybetî ewên ku piştgiriya Malikî dikin û dibêjin bila YNK bi Malikî re li hev bike, û gotiye: “Her kesê ji xeta yekrêziya Kurdistanê derkeve xayîn û caş e”.

Li ser naveroka wê civînê şêwirmendê polîtburoya YNK Dilşad Ebdilrehman qala helwestên Omer Fetah kir û got: “Bi nerîna kak Omer yekrêziya gelê kurd li ba YNK hêla sor e”.

Derbarê helwesta YNK li ser Malikî ku gelo piştgiriya wî dikin ji bo gera sêyem bimîne, Dilşad Ebdilrehman qala helwesta Omer Fetah dike û dibêje: “Nerîna kak Omer weha ye wek YNK hêla sor li ser Malikî nebe, lê ger kurd bi hevdengî Malikî red bikin, YNK jî ji wê hevdengiyê dernekeve”.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew xeta ku di YNK de ligel yekrêziya gelê kurd in û dibêjin nabe YNK ji wê xetê derkeve, Berhem Salih, Azad Cundyanî, Şêx Cefer, Mehmûd Sengawî, Omer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Rizgar Elî û Ednan Muftî ne. Lê ew xeta ku piştgiriya Malikî dike, Necmedîn Kerîm, Adil Murad û ewên ku li ser Kerkûkê ne”.(Rudaw)

Nerîna min :