Nivîsar

Weneyên Ocalan avêtin sergoya û siyaseta wî rêvebirin..!

Rojavayê Kurdistanê ji roja bi biryara Îranê,Iraq û rejima Bişar Esad, ji aliyê dezgehên rejima Esad ve hate valekirin û teslîmê PKKê kirin heta wek îro Kurd li vî beşê welatê me di nava nexweşiyekî de ne.

PKKê siyaseta xwe pejirand, dest danî li ser dahatiyên welat û siyaseta bi rêve dibira qet rê neda ku, hestên netewî û Kurdistanî pêşbikeve û li dijê welatparêzên Kurd helwestek tund rêve bir. Ofîsên dijberên xwe wek PDKSê û ENKSê şewitandin, endamên wan revandin hinek kuştin û hinek kirin zindan de û nehiştin ew serê xwe rakin. Bi sedê hezaran kurd ji ber zilm û zordariya PKKê ji Kurdistanê reviyan û bûn penaber. Demokrafiya Kurdistana Rojava guhertin û nifûsa ereban zêdekirin.

Ji aliyek din ve zarokên kurda bi darê zorê direvandin û kirin refên çekdarên xwe de. HSD ava kirin , pirania çekdarên HSDê ereb bûn. HSD wek lejyonerên DYA bûn. Dema berjewendiyên wan xilasbû HSD jî di praktikê de têkçû. Serokê PKKê Ocalan bi xwe li Îmralî di hevdîtineka xwe de dibêje: “HSD ji aliyê Amerikayê ve hatiye avakirin û ewan ev nav li HSDê kiriye. HSD wek Heşda Şeibî ya Îsrail e. Bila li gel Şara rûnin û tişta ku, Şara bêje bila qebûl bikin û entegreyê Arteşa Sûriye bibin.”

Tişta ku îro HSDê kirî jî ev e û dawiyê hatin ser gotina Ocalan. Yanî niha li rojavayê Kurdistanê tişta ku serketî siyaseta Ocalan e. Bila kesek xwe nexapîne, lê xwedî derketina Kurdistana Rojava û PKKê du tiştên cudane. Li vê lêxwedî derketinê de, Kurd hatin parastin, kurd ji qetlîamekî hatin xilaskirin. Eger li rojavayê Kurdistanê şerek çêbûya, dê kurdistana rojava vale bibûya û bi dehê hezaran kurdan jiyana xwe ji dest dabûna. Dê Kurdistan li rojava ji kurda bihata Pakij kirin. Ev jî beşek ji siyaseta PKKê û Ocalan bû.

Belkî tuzekî tund be, lê siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê serket û PKKê cardin bi propagande û derewên xwe kurd mecbûrê pişgiriya siyaseta xwe kirin. Li gelek cihan kurda weneyên Ocalan anin axwar û avêtin di nava seguhan..Lê cardin siyaseta wî serkeft.

Ji xwe tu cara PKKê li rojavayê Kurdistanê behsa dewletbûnê nekiriye, behsa Kurdistanê nekiriye, Ala Kurdistanê qedexebû û navê Kurdistanê jî qedexe bû. Niha jî dê li herêma kurda bibin şûrkêşên dewletê û heta ji wan re biqedê , dê siyaseta xwe ya qirêz û dijê kurdan berdewam bikin. Dê vê carê bi navê hukumeta Sûriye bikin. “Li ba qeşmeran tirek û deh tir yekin..”

Niha pirsek din heye ku divê behsê bê kirin: ENKS di van li hevhatinan de li kûye? Cihê wan di van peymana de çiye? Gelo pêşmergeyên Roj dê çi rolî bileyzin? Eger bersiva van pirsan tunebê, me jî bi awayekî li rojavayê Kurdistanê winda kiriye. Gerek ev rastî ber bi çavbe.

Eger cardin Kurdên rojavayê Kurdistanê bimînin hêviya siyaseta PKKê yan jî ya Ebdî ve, dê rewş gelek xirab tir be.

Îro ew roje ku, li hemû beşên Kurdistanê siyaseta qirêj a PKKê werê recimandin û Kurd veca li xwe, li siyaseta xwe ya netewî û Kurdistanî xwedî derkevin..

Nêrîn/Şirove

Back to top button