Nivîskar Zikrî Musa peyameke xwe ya li tora civakî de balê dikşîne li ser dewletên bi hêz yên cîhanê ku li beranber virusa Corona lawaz bûne û nikarin hemberî wê serkeftî bibin.
Musa dibêje: Welatên Rojava û bi hêz û zilhêzên navçeyî û cîhanî, li beranber Corona lawaz ketine. Çi wiha kiriye ku ji bilî hebûna wan îmkaniyat û saman û dam û dezgeh û burokrasî û hwd ya van dewletan û siyasiyên wan li hember Corona da wiha şepirzene?
Her wiha dibêje: Raste dawiyê de Corona kar bi makîne û saziyên wan nîne û stûyê mirov digrê wekî kaînekî biolojî, lê belê li gel ewe da jî şaristaniyeta mirov (ku li dema niha da Rojava nûnerayetiya wê dike) hilgirê dehan û sedan xalên nakokî û dijheviya derûnî û fikrî û sîstemê û peywendiya di navbera mirovane. Ev dijhevîbûn mirovê modern li beranber gefeke wiha lawaz kiriye.
Di dawiyê de Zikrî Musa wekî têbîniyek behsa helwest û rêkarên Hikûmeta Kurdistanê dike û dibêje: Têbînî: heta niha muameleya Herêma Kurdistanê li gel vê şewb û petayê li beramberê wan welatên navçeyê û cîhanê pileya taybetî û îmtiyaza xwe heye.