Dosya
4 sal li ser wêrankirina Şirnexê derbasbû
Berî 4 salan wate 14ê adara 2016 an de dewleta tirkiye, bi hêceta siyaset û xendekên PKK yên li bajarê Şirnexê, bajar tarûmar û wêran kirin.
Xelkê Şirnexê didin zanîn berî çar salan û heta niha jî hemû welatên cîhanê, li beranber vê zordestî û dijminayetiya dewleta tirkiye bêdeng ma. Helbet PKK jî li vê talan û wêrankirina dewleta tirkiyê de lîstikvanê serekî bû û pêkve vê yekê kirin.
Her wiha ew dibêjin: Ewan bajarê me xerakir, xwedê jî mala wan kesan xera bike ku bûne sebeba vê wêraniyê.