Xwendekarên Diyarbekirê jî dijî Corona kolonya berhem tînin
Piştî doktorên tirkiye gotin kolonya bikarbînin, daxwaza li ser kolonya zêde bûye û doh li Girtigeha Diyarbekirê jî 50 girtî 100 ton kolonya berhem dianîn, niha xwendekarên amedehiya Diyarbekirê jî beşdarî berhemanîna kolonyayê dikin.
Gokhan Aydiner Parêzgerê Diyarbekirê ragihand ku biryar dane xwendekarên amadehiyê yên Beşa Teknolojiya Kimya ya Xwendingeha Amadehiya Teknikiya Anadolê jî kolonya berhembînin û her wiha dermanên paqijiyê jî yên ji bo rêgirtina virusa Corona berhembînin.
Parêzgerê Diyarbekirê da zanîn ku bi çavdêriya mamosteyan xwendekarên amadehiya polên 11 û 12 yên Beşa Teknolojiya Kimya ya Xwendingeha Amadehiya Anadolê rojane 12 ton dermanên paqijî û kolonyayê berhem bînin.
Her wiha Sezai Guçmen Birêveberê Xwendingehê dide zanîn ku ew bi alîkariya Ajansa Geşkirinê ya Qerecdaxê sala derbasbûyî dest bi berhemanîna kolonyayê li nava taqîgehen de kirine. Li van taqîgehan de 84 xwendekar kar dikin û mehê 1.500 tl mûçe û maaş werdigrin. Ji ber virusa Corona niha berhemanîna kolonyayê ji 10 tonan heta 12 tonan me zêde kirine û demeke nêzîk de emê bikin 20 ton.