Dosya

PYD dixwaze bandora PKK li ser xwe nehêle

PYD dixwaze bandora PKK li ser xwe nehêle ev serdêra babeteke nivîskar Hestî Kemale ku rojnameya Uşe de hatiye belavkirin.

Partiya Yekitiya Demokrat “PYD” li kongreya xwe da bi siyaset û bernameyên xwe da çûye û hewl daye bandor û hejmûna PKK li ser xwe nehêle, eve jî li biryar û helwestên wê da reng vedaye. Amerîka sedema serekiya guherîna vê biryara PYD de cîh digre.

Li wê kongreyê da ku PYD 24 ê şubata îsal li Rimêlan encam daye, guhertinê li beşek siyasetên xwe da kiriye û bi berevajiya biryar û helwestên berê ye, beşekî ber bi çavê karnameya partiya xwe de behsa çareserkirina kêşeyan di nav partiyên siyasiyên Kurdî û encamdana guftûgoya li gel wan terxan kiriye.

Paşê bi kirdarî nermî beranber Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye “ENKS” nîşan daye, ji bo wê yekê ENKS Nivîsîngehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê vekiriye.

Her li çarçêweya guhertinan û nehiştina bandora PKK, her yek ji Eyşe Heso û Enwer Muslîm, kirine Hevserokê wê partiyê ku berdewam rexne li wan hatiye girtin ku kêmtir girêdayî siyasetên PKK ne li Rojavayê Kurdistanê.

PKK li lîsta rêxistinên terorîstiyên Amerîka da ye

Îbrahîm Qeftan Serokê Partiya Paşaroja Sûriye, ragihand ku ew bi hûrî çavdêriya kongreya PYD dikin û mîhvan jî bûne, hewlek ji bername û siyaseta wan ya nû da heye zêdetir berev çaksazî û reform û nêzîkbûna li aliyên Kurdî ye. Eve jî dikare wiha bê dîtin ku êdî PYD bi xwe û serbixweyane biryarê tevahî bide û reftaran bike.

Qeftan wiha got: “Renge hêsan nebê ew partî raste rast li bin zexta PKK derkeve, lê belê ev kongre biryarên girîng li vî derbarî de daye ku berê PYD bi zexta PKK tevahî dijî bû, bi taybet nêzîkbûna wan ya li ENKS û vekirina dergehan ji bo wan ya ji bo hatina wan ya Rojavayê Kurdistanê”.

Niha ku Amerîka hevkariya darayî û fêrkirin û rahênan û dabînkirina çek ji bo HSD dike, zexteke mezin li ser wê partiyê heye ji bo derketina wan li bin bandor û hejmûna PKK, ji ber ku PKK li lîsta rêxistinên terorîstiyên Amerîka da ye, eve jî wiha li PYD kiriye bi navê berjewendiyên xwe wê hengavê bavêje.

Lê belê kêşeya li pêş PYD li vî warî de eweye ku hejmûna PKK li ser da gelek xûrte û renge eger bi awayeke raste rast wê hengavê bavêje, PKK kêşe ji bo wan dirust bike û wiha bike herî kêm balek ji wê hêzê cûda bike. Ji bo wê yekê PYD û siyasetmedarên wê divê hengavên nehiştina wê bandor û hejmûnê de zîrekane û bîhnfirehiyê nehêlin.

Her li çarçêweya dûrketina PYD ji hejmûna PKK, PYD berê xwe daye ENKS û niha li guftûgoyê dane û ENKS Nivîsîngehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê vekiriye.

Kawe Ezîzî Endamê Serkirdayetiya ENKS jî got: “ENKS biryarê daye hemû baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê veke, zêdetirê wan jî hatine vekirin, têbîniyên guftûgoyan dilxweşkerin bo ku rêkeftin bê kirin û navmala Kurd bê rêkxistin û Kurd yek bigrê”.

Di derbarê guherîna siyaseta PYD, Ezîzî got: “Hîç çareyek din nîne li pêş PYD da eger guftûgo nebê, niha ew li metirsiya wê berbelaviyê têgihiştine, ji bo wê yekê amadene guftûgo bikin, lê belê PYD ji aliyê PKK ve biryar ji bo wan tê dayîn û ew bi xwe neyê biryarê ne, em bawerin heta PYD li bin biryara PKK da bê, em li Sûriye bê kêşe nabîn û nikarîn li gel hevdû bi aştî û bihêzî bimînîn”.

Berî jî PYD 150 kadirên bilindên ENKS girtibû û nêzîkî 50 baregehan jî daxistibûn, lê belê niha girtiyan azad kirine û baregehên ENKS jî têne vekirin. Her çende neh serkirdeyên ENKS çarenûsa wan jî nediyare.

Back to top button