Wateya”Rojava” inkarkirina Kurdistanê ye

Piştî rejima Bişar Esad rojavayê Kurdistanê bi hemahengiya li gel Îran û Iraqê radestî PKKê kir, PKKê hêdî dewsa Kurdistanê navê Rojava bi karanî. Ev yek gelek belav bû. Ji nivîskar û çepên Kemalistre jî li Tirkiye bû wek firsendekî. Hêdî wan jî di nivîsên xwe de, di bernameyên televizyona de dewsa Kurdistanê tenê Rojava bi karanîn. Niha gotina tenê Rojava yan jî Bakurê Surî tenê ji bo tepisandina navê Kurdistanê ye.
Ji ber vê yekê dema dewsa rojavayê Kurdistanê yan jî Kurdistana Sûrî û bi her awayî navê Kurdistanê bi karanîna rojava, xiyaneta herî mezin e ji bo Kurdistanê.
Li Tirkiye gelek cara gotubêj li ser navê Kurdistanê hatine kirin,nijadperestên Tirk dibêjin deverek ku, navê wê Kurdistan be tuneye. Heta wek vê gavê piraniya wan dewsa Herêma Kurdistana başûr tenê bakurê Iraqê bi kartînin. Armanc vekiriye, ew tu cara tehemula navê Kurdistanê nakin, gelek cara minaqeşeyên mezin li ser vê yekê hatine kirin. Dawiyê de gelek hevdîtinên fermî di navbera herêma Kurdistanê Tirkiye de Ala Kurdistanê hatiye danîn. Yanî ev rastî hatiye qebûl kirin. Îro Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de cih girtiye û cîhan bi vî awayî jî Herêma Kurdistanê nas dike û li gel desthilata Kurdistanê dayîn standina dikin.
Li rojavayê Kurdistanê du dîtinên bingehîn û du xetên siyasî hene. Her çikas ev xetên siyasî wek ENKS û PYDê hatine nasandin, di bingehê xwe de du siyaset jî derketine holê. Yek ji wan yên tenê navê Rojava bi kartînin, ya din jî yên bi awayekî navê Kurdistanê bi kartînin.
Yên navê “Rojava” yan jî “bakurê Sûrî” bi kartînin PKK û siyasetên girêdayî PKKê ne.Kesên wek kesayet jî bi awayekî girêdayî PKKê ne.
Ji aliyek din yên navê Kurdistanê bi kartînin û ji bilî sembolên partiyên xwe Ala Kurdistanê wek sembola netewî bi kartînin xwedî li welatê xwe derdikevin û ew bê şik xwediyê dîtinên cudabin jî Kurdistanê diparêzin û doza mafên rewa yên miletê Kurd dikin.
Ev yek gerek bibe pîvanek li gora wê jî siyaseta netewî û ya dijê neteweyetiyê ji hev bê cuda kirin.