Civak

Serok Nêçîrvan Barzanî serweşiya malbata Dr. Deştî Dizeyî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo wefata Dr. Deştî Dizeyî peyameka serxweşîyê ragihand.

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi vî awayi ye:

ji bo wefata nemir Profesor Dr. Deştî Dizeyî pizîşkê jêhatî, akademîsyen û kesayetiyê navdar ê Hewlêrê, sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, dost û hevalên wî dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê wî bi dilovaniya xwe şad bike û sebr û aramiyê bide her kesî.

Dr.Deştî Dizeyî wek pizîşkekî jêhatî li Hewlêr û Kurdistanê, temenekî dirêj di xizmeta pizîşkî û akademî de derbas kir û di warê pizîşkî li Kurdistanê de roleke berçav hebû û hertim piştevanê doza rewa bû. Gelek xizmeta xelkê û xizmeta şoreş û Pêşmerge kir. Bila ruhê wî şad be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/1/2

Back to top button