Semînera li ser medreseya Kurdî

Semîner bi sernavê DILQÊN MEDRESEYA KURDÎ DI PÊVAJOYA HEZAR SALÎ DE li Batmanê li Komeleya Ehmedê Xanî, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hate dayîn. Saet 13.00 dest pê kir û saet 15.30 de bi dawî bû.

Zeynelabidin Zinar
Bi kurtî naveroka semînerê li ser van xalên li jêrê bû:
- MEDRESE ÇI BÛ?
- MEDRESEYA KURDÎ KENGÊ û BI ÇI AMACÊ AVA BÛYE?
- ÇEWABÛNA XWENDINA MEDRESEYA KURDÎ
4. TEMENÊ XWENDEKARIN MEDRESEYA KURDÎ
5. JI BILÎ KURDAN, XWENDEKARÊN JI MILETÊN BIYANÎ KU DI MEDRESEYÊN KURDÎ DE DIXWENDIN?
6. XWARIN Û RAZANA XWENDEKARÊN MEDRESEYA KURDÎ
7. XWENDINA TEXLÎT PIRTÛKÊN MEDRESEYA KURDÎ
8. DI MEDRESEYA KURDÎ DE 19 ŞAXÊN ZANISTIYÊ
- ŞEŞ ZIMANÊN MEDRESEYA KURDÎ
10. ZANAYÊN KU JI MEDRESEYA KURDÎ DERKETINE.
11. DADGEHA MEDRESEYÊ:
12. ŞEWITANDINA MEDRESEYÊN KURDÎ.
13. DAWÎLÊHATINA MEDRESEYÊ KURDÎ
Ev e 1.070 sal in ku Medreseya Kurdî, xebateke pir hêjaji bo bipêşxistin û geşemendiya Çanda Kurdî kiriye. Herweha xwe li Rojhilata Navîn jî kiriye hoçka zanîn û zanistiyê.
Gelo ew sazî çi tişt bû, çi dikir û tê de çend texlît şaxên zanistiyê dihatin xwendin? Mixabin heta niha jî naveroka Medreseya Kurdî bi awayekî rêkûpêk nehatiye zanîn û ji bo nivşên Kurd ên demê zelal nebûye.
Ji ber ku di Sedsala Bîstî de li Bakûrê Kurdistanê bi giştî hemû heyînên Kurdan hatine qedexekirin, xasma piştî 1975-76an li Bakûrê Kurdistanê piraniya nivîşên nû yên Kurd ji aliyê Parastina Tirkî û Partiya Qomunîst ve hatine perwerdekirin, dijminatiyeke mezin jî bi Meddreseya Kurdî re dihate kirin û Medreseyê wek saziyeke kevneperes, paşverû û derdemî dinirxandin.
Ji berk ku naveroka Medreseya Kurdî pir berfireh e, hem jî pir kûr û dagirtî ye,
ji ber hindê têgihîştina wê jî, ji bo nivşên demê ne karekî hêsan e.
Bêguman agahdariya piraniya rewşenbîrên Kurd, zêde li ser Medreseya Kurdî tune. Ji xwe ya rewşenbîrên cîranên Kurdistanê weke yên Tirk, Ereb û Faris hema bêje hîç tune. Ji ber ku ew, Medreseya Kurdî wek saziyeke zanistiyê napejirînin. Eger ew li ser Medreseya Kurdî rawestiyabin jî, bi dîtinên çewt tevgeriyane û Medreseyê bi paşverûtî û bi kevneperestî nirxandine.
Îcar ji ber hindê, min pêwîstiya nivîsandina pirtûkek bi navê “Xwendina Medresê” dît û piştre ew lêkolînên ku li serê hatine kirin, ew tiştên ku min bi xwe dîtine, tev nivîsîn û wek pirtûk di 1993an de li Stockholmê daye çapkirin.
(14- Zeynelabidin Zinar, Xwendina Medresê, Kurdî/kurmancî, Şrovekirin, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 1993,100 rûpel, ISBN 91 972090-2-3)
Demekurtek piştî derketina vê pirtûkê, bala pir kesan ketiye ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê wan ve hatiye kirin. Piştre ev pirtûk li Zanîngeha Sorbûnê (Parîs), li yeke Londra û Zanîngeha Upsala ya Swêdê wek ders ji bo xwendevanên înglîz, frensa û Swêdiyan hatiye bikaranîn.
Piştre sal 1998, li Parîsê esntîtuyeke Navnetewî bi navê INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5, kurtiya vê pirtûka min hem bi zimanê îngilîzî û hem jî bi yê frensî nivîsiye û xistiye pêşiya pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê “Islam des Kurdes” (2) û weşandiye. Herweha wêneyê bergê pirtûka min jî li ser bergê pirtûka Islam des Kurdesê hatiye bi cih kirine. Piştî derketina vê pirtûkê, hîn zêdetir bala saziyên çandî û zanistiyê yên Ewrûpî ketiye ser Medreseya Kurdî.
(Islam des Kurdes Institut Nasional Des Langues Et Civilisations Orientales Les Annales De L´autre Islam, no 5. Paris 1998)
Medrese ewil 623 li Medineyê vebûye. 327 sal şûnde li Kurdistanê vebûye.
MEDRESEYA KURDÎ KENGÊ û BI ÇI AMACÊ AVA BÛYE?
Sal 950 li Hemedana Paytexta Kurdistanê vebûye. Medreseya Kurdî sal 950 cara pêşî li Hemedana Paytexta Kurdistanê vebûye. Lê demekurtek şûnde wek zanîngeh hatiye bikaranîn û tê de gelek şaxên zanistiyê vebûne. Niha temenê Medreseya Kurdî 1075 sal e.
ÇEWABÛNA XWENDINA MEDRESEYA KURDÎ
Sistema xwendina medreseyê weke dibistan, navendî, lîse û zanîngeh bû.
Pirtûk yeko yeko dihatin xwendina.
TEMENÊ XWENDEKARIN MEDRESEYA KURDÎ
Ji temenê 5-6 salî hetanî 20-25 salî dixwendin.
JI BILÎ KURDAN, XWENDEKARÊN JI MILETÊN BIYANÎ JÎ DI MEDRESEYÊN KURDÎ DE DIXWENDIN?
. Erêm weke turkman, çerkez, azerî, ereb, gelek kesên ermen…
XWARIN Û RAZANA XWENDEKARÊN MEDRESEYA KURDÎ
Gundiyan xwarin didane xwendekaran
Her maleke Kurd, xwendekarekî wek kurê malê pejirandine û xwedîtî li wan kirine.
– Geşt
– Vexwendina xwendekarên Medreseyê ji aliyê zengînan ve
XWENDINA TEXLÎTÊN PIRTÛKÊN MEDRESEYA KURDÎ DE
Îcar li gor dabeşkirina şaxên xwendinê ev 113 pirtûk weha ne:
– 36 pirtûk, fêrkirina ziman û gramatîk in.
– 14 pirtûk ên alîkarên dersê ne.
– 12 pirtûk ên şerî´etê ne.
– 11 pirtûk ên Tefsîra Qur´anê ne.
– 13 pirtûk ên Hedîsê ne.
– 3 pirtûk ên Siyerê ne.
– 24 pirtûk klasîkên kurdî ne.
TEVEK: 113 pirtûk in.
DI MEDRESEYA KURDÎ DE ŞAXÊN ZANISTIYÊ:
Neteweyê Kurd ji serê Sedsala Yazdeh hetanî serê Sedsala Hijdehan, di medereseyên xwe de gelek şaxin zanistiyê yên cuda xwendine, hinek ji wan ev in li jêrê:
1- Serf û Nehwa Erebî
2- Tefsîra Quranê
3- Hedîsa Pêxember
4- Ilmê Mentiqê
5- Edeba Behsê (tewrên axaftinê)
6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet)
7- Zanista Ragîhandinê
8- Zanista Kelamê
9- Zanista Hikmetê
10- Zanista Qanûnê
11- Zanista hiqûqa mîratê
12- Zanista Wehdaniyetê (eqîde)
13- Zanista Usûlê
14- Zanista astronomî û astrolojiyê
15- Zanista Tendurustiyê
16- Zanista Hesabê (matematik)
17- Zanista Felsefê
18- Zanista Siyasetê
19- Zanista Leşsaxiyê
Lê mixabin 7-8 şaxên zanistiyê ji Medreseyên Kurdî hatine derxistin û sedemê wê heta niha jî ne diyar e.
Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî / zaravayê kurmancî ne jî, bi dersîtî di Medreseyan de dihatin xwendin.
ŞEŞ ZIMANÊN MEDRESEYA KURDÎ
Di Medreseya Kurdî de Zimanê Kurdî, erebî, farisî, yunan, rûsî û piştre jî Osmanî hatine bikaranîn.
ZANAYÊN KU JI MEDRESEYA KURDÎ DERKETINE.
– Baba Tahir Hemedanî
– Ebul Iz, Ismail Cizîrî
– Ehmedê Xanî (1651-1707).
– Elî Herîrî (1010-10789).
– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).
– Feqiyê Teyran (1590-1660).
– Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).
– Melayê Bateyî (1417-1491).
– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?).
– Mele Seîdê Kurdî/Norsî (1878-1960).
– Mele Ûnis Herqetênî (1785-?)
– Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).
– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.
– Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).
– Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).
– Siltan Selahedin Eyûbî El Kurdî (1138-1193)
– Selîm Silêman (Sedsala 16-17).
– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).
– Şêx Diyaedîn/ navdarê bi Hezretê Norşênî (1855-1923)
– Şêx Ebdulqadir Nehrî (1908- ?)
– Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).
– Şêx Seîdê Pîranî (1865/66-1925)
– Şêx Ubeydulah Nehrî (1826/28-1883)
– Seyîd Taha Nehrî (1853- ?)
– Xaris Bedlîsî (1758-?) û gelek kesên wisa yên dî…
11. DADGEHA MEDRESEYÊ:
Medreseya Kurdî ji karê xwendin û perwerdeyê zêdetir, eynî dem wek dadgeh jî kar dikir; hemû gelş û sergêjiyên civatê çareser dikir.
Dersdarê medreseyê û çend rîspiyên gund, digel du-sê xwendekarên medreseyê yên Talib, hemû doz û gelşên gundiyên Kurdistanê bi navê ”şerî´et”ê çareser dikirin. Lê gelek car çareserî li gor Toreya Kurdî dihate kirin.
12. ŞEWITANDINA MEDRESEYÊN KURDÎ.
Dema desthelatiya Siltan Selahedînê Kurd Eyubî (1145-1235) û piştî wî jî, xasma jî ew bipêşveçûna Medreseya Kurdî, li hesabê hin hêzên dijmin neçûye. Ji ber hindê, di Sedsala 13,14 û 15yan û 20î de, piraniya wan Medreseyên Kurdî ku şûna zanîn û zanistê bûne, hatine şewitandin û talan bûne.
– Di sala 1250 de, medreseyên li herêma Diyarbekir, Xelat, Şarezûr û Hewlêrê, ji aliyê Mogolan ve hatine şewitandin.
– Sal 1386 leşkerên Tîmorleng(ê kurdnijad) piraniya Medreseyên Kurdî şewitandin.
– Piştî sala 1501ê, piraniya Medreseyên Kurdî aliyê Sefewiyan ve hatine şewitandin.
Sê şahên Sefewî, ji ber ku Kurd baweriya ŞÎAtiyê nepejirandine, bi hezaran serê Kurdan bi şûr jêkirine û di wê navê re piraniya medreseyên Kurdî jî şewitandine.
Şahên ku Kurd qetlîam kirine, ev bûne:
- Şah Îsmail Sefewî (1487-1524)
- Şah Tahmasp Sefewî (1514-1576)
- Şah Ebbas Sefewî (1571-1629)
- Mistefa Kemalê Makedonî ku wek ataturk hatiye binavkirin (1938-1940), piraniya medreseyên Kurdî jî şewitandine.
. Medrese hetanî 1980 jî domandine. Bi cuntaya 12ê Êlûna reş dawî lê anîne.
Rojeva Kurd Batman
29/ 12/ 2025