Cîhan

Trump: Divê 1 Milyon Filistînî biçin Urdun û Misrê

Serokê Amerîka Trump, da xûyakirin ku, ew bi telefonê li gel Qralê Urdunê Abdullah II û Serokomarê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî re pêwendî daniye û dibêje: “Zîvala Xezeyê di nav xirbeyan de ye. Divê 1 milyon Filistînî li van welatan bi cih bibin û em Xezeyê bi temamî paqij bikin û bibêjin ‘Qediya ye’.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê penaberên Filistînî yên di balafira serokatiyê ya Air Force One de daxuyanî da. Tramb got: Ez bi Qralê Urdinê û serokomarê Misrere axivim û min got, Zîvala Xezeyê di nav xirbeyan de ye. Divê 1 milyon Filistînî li van welatan bi cih bibin û em Xezeyê bi temamî paqij bikin û bibêjin ‘Qediya ye’.” “
Di mijara qebûlkirina penaberên Filistînî de Trump ji Qral Abdullah re got, “Ez dixwazim ku hûn zêdetir (penaberan) bigirin ji ber ku ez li tevahiya Şerîda Xezeyê dinêrim. Ev der di hemû bûye kavil. Bi rastî jî ew dever di nav xirbeyan de ye.” Trump bal kişand ku “Bi sedê salane li herêmê “gelek nakokî” hene, Trump got ku bicihkirina penaberên Filistînî li welatên Ereb “dibe ku demkî an demdirêj be.”


Trump got:”Divê tiştek hebe. Lê niha ew devereke hilweşandinê ye. Hema bêje her tişt wêran bûye û mirov li wir dimirin. Ji ber vê yekê ez tercîh dikim ku bi hin welatên erebî werin ba hev û li deverek din xaniyan ava bikin ku (Filistînî) karibin bi aramî bijîn.”

“Xezze cihekî balkêş e. Li kêleka behrê cihekî xweş heye, hewayeke xweş heye. Li wir gelek tiştên mezin hene ku dikarin bên kirin, bi rastî jî bi Xezeyê re tiştên mezin dikarin bên kirin,” Trump got û got ku ew dikare ji nû ve avakirina alîkariyê bike.

Back to top button