Huseyin û Fidan civiyan

Wezîrê derve yê Tirkiye Hakan Fidan serdana bexdayê kir û li gel wezîrê derve yê Iraqê Fuat Huseyn civînek li darxistin. Piştî civînê konferansek rojnemevanî hate kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên axivtina xwe de got: “Peywendiyên dualî yên Tirkiye û Iraqê baş in û me li ser çawaniya pêşxistina peywendiyên, piştî serdana Serokkomar Erdogan bo Bexdayê gotûbêj kirin.”
Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir, ew dikarin bi Tirkiyeyê re di gelek waran de bi taybetî bazirganî û siyasî bi hev re kar bikin. Herwiha got: “Peywendiyên Iraq û Tirkiyeyê yên dîrokî û stratejîk hene.
Fuad Husên da zanîn, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Sûriyeyê û navçeyê û hebûna terorîstên DAIŞê li ser sînor jî gotûbêj kirine.
Amaje bi wê jî kir, di demên pêş de, çendîn civîn dê di navbera Enqere û Bexdayê de li ser mijarên ewlekariya herêmê û şerê li dijî terorê di pêşerojê de bên lidarxistin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan biryar e bi Serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Encûmena Nûneran Mehmûd Meşhedanî re bicive.