Civak

Tirkiye: Di êrîşek ezmanî de 13 çekdarên PKKê kuştin

Tirkiye îro cardin êrîşê devera Xakurk, Gare û Metînayê li başûrê Kurdistanê kir.

Li gora daxûyaniya wezereta bergiriya Tirkiye di vê êrîşa ezmanî de 13 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta bergiriya Tirkiye da xêyakirin ku, îro li herêmên Xakurk, Gare û Metînayê êrîşên asmanî li dijî rêxistina PKKê hatine encam dayîn.

Destnîşan kir, di êrîşan de, 13 çekdarên rêxistinê hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê di daxuyaniyê de dibêje: “Operasyon wê bilez û daîmî dewam bikin”.

Back to top button