Cîhan

Hemwelatîbûna kesên ‘sûcdar û xeternak’ dê bê betalkirin

Hikûmeta Swêdê rêziknameyek nû amade dike ku dê hemwelatîbûna kesên ku ji bo ewlekariya welat xeternak têne hesibandin betal bike.

Hat ragihandin ku hikûmeta Swêdê ji bo betalkirina hemwelatîbûna kesên ku ewlekariya welêt dixin xeterê yan jî sûcan dikin dest bi avêtina gavan kiriye.

Armanca rêziknameya nû ew e ku hemwelatîbûna swêdî ji kesên ku tawanan dikin an jî ji bo ewlekariya giştî xeternak in bê derxistin.

Partiyên ku şirîkên koalîsyona hikûmeta Swêdê ne, piştgirî didin betalkirina pasaportên kesên sûc kirine, tevî ku pasaporta wan a swêdî hebe.

Tê diyarkirin ku bi rêziknameya nû dê li gor qanûnên Swêdê hemwelatîbûna van kesan bê betalkirin.

Li gorî qanûna bingehîn a Swêdê, dema ku kesek bibe hemwelatiyê Swêdê, nikare ji hemwelatîbûnê bê derêxistin, lê bi rêziknameya nû dibe ku ev rewş biguhere.

Partiyên derve yên hikûmeta Swêdê niha piştgiriya vê biryarê nakin, tenê Partiya Demokrat piştgiriya xwe ji bo vê pêngavê ragihand.

Li aliyê din partiyên din jî li ser mijarê bêalî man û diyar kirin ku rêzikname ji aliyê beşên cuda yên civakê ve bi awayekî neyînî hatiye pêşwazîkirin.

Wezareta Koçberiyê ya Swêdê diyar kir ku ji bo 600 kes ji ber sûcên li wî welatî kirine, ji bo betalkirina hemwelatîbûna wan rastî lêpirsînên qanûnî hatine û ev kes ji bo ewlehiya gel tehdîd in.

Back to top button