Tirkiye û Şivanê derewîn
Nivîskar Banu Guven li ajansa DW Deutsche Welle ya Almanî de babetek di derbarê hebûna virusa Coronayê li Tirkiye û veşartina zanyariyan ji aliyê rayedarên wî welatî aniye ziman.
Nivîskar Guven dinivîse û dibêje: Heta berî demekê jî gelek dipirsiya gelo raste ku li tirkiye virusa Coronayê tûne? Eve raste, min jî wekî rojnamevanek bi awayeke mentiqî û akilane digot nexêr ez bawer nakim ku tûnebê, bi tekez heye. Fahrettin Koca Wezîrê Tendirustiya tirkiye 10ê adarê got: heta niha me virusa Corona li tirkiye tomar nekiriye, lê ez nikarim bibêjim ku tûne. Ev gotina wî hemû rastiyan derxist holê. Ji ber ku hêdî hêdî, kêm kêm agahiyan belav bikin ku xelkê fêrî vê tehliyê bikin.
Her wiha nivîskar dibêje: Ji ezmunên berê yê vî welatî dizanim, wekî çîroka şivanê derewîn lê hatiye. Ji ber ku heta niha hemû karesatên li tirkiyê de pêkdihatin, encam û amarên fermî ya vê hikûmetê tiştek bûye û rastiya meseleyê tişteke din bûye. Ji ber wê yekê ev daxuyaniyên Wezîrê Tendirustiyê baweriyê nikare li ser daxuyaniyên xwe kom bike. Helbete wê rojên pêş de ev yek bi awayeke baştir bê dîtin.