Civak

Li Girtîgeha Diyarbekirê ji bo Corona Kolonya berhemtînin

Li Girtîgeha Diyarbekirê ji bo rêgirkîrin û rêkarên dijî belavbûna virusa Corona berhemanîna Kolonya ji berê du caran zêdetir kirine.

Piştî ku li tirkiye hinek doktor ragihandin ku kolonya virusa Coronayê radigre, li nava bazaran de firotin û bikaranîn û daxwazên li ser kolonyayê zêde bû. Li ser vê daxwaza bazara Diyarbekirê, li Girtîgeha Diyarbekirê jî berhemanîna kolonyayê du hinde zêdetir kiriye.

Hêjayî gotinêye ku li Girtîgeha Diyarbekirê 50 girtî li rojê 80 ton kolonya berhem tînin û paşê Girtîgeh wê berhemê difroşe nava bazaran. Remziye Aslan ku kîmyagere û heman demî li Girtîgeha Diyarbekirê kar dike, dide zanîn ku berhemên wan gelek giranbihaye û piştî ku daxwaz zêdebûye niha nêzîkî 100 ton kolonya berhemtînin. Her wiha hinek dermanên dinên paqijiyê jî li nava girtîgehê de tê berhemanîn.

Heman demî de, dide zanîn ku ew 50 girtî, piştî ku ji girtîgehê derdikevin dibin xwedî pîşeyek û dikarin jiyana xwe ya azad de vî karê xwe berdewam bikin.

Back to top button