Cîhan
Abe: Em Olimpiyatan ji ber Corona betal nakîn
Shinzō Abe Serok Wezîrê Japonyayê ragihand ku ew Olimpiyatên Tokyo 2020 ji ber belavbûna virusa (Covid-19) Coronayê betal nakin.
Li gor ajansa Kyodo ya Japonî Shinzō Abe Serok Wezîrê Japonyayê ragihandiye ku pêwîst nake em ji ber belavbûna virusa Corona (Covid-19) li welat rewşa awarte rabigihînin, ji ber wê yekê jî olimpiyatên Tokyo 2020 wê di dema xwe de bêne encamdan.
Her wiha Shinzō Abe Serok Wezîrê Japonyayê daye zanîn ku amadekariyên wan yên Olimpiyatên 2020 berdewame û ew li gel Lîjneya Navdewletiya Olimpiyatan di hemahengiyê de û pêkve kar dikin.
Li Japonyayê 1400 kes tuşbuyê virusa Coronaye û heta niha 28 kesan jiyana xwe ji dest daye.