Cîhan
Corona xetîreya Olîmpiyatên Yunanîstanê temirand
Lîjneya Olîmpiyatên Yunanîstanê biryar da, ji ber tirsa belavbûna virusa Corona li ser cemawerekî girseyî û zêde, karwana xetîreya Olîmpiyatan li nav axa Yunanîstanê da rabigrê.
Karwana Olîmpiyatên Tokyo 2020 li Yunanîstanê destpêkir piştî ku xetîreya Olîmpiyatan li bajarê Olîmpiya ya Yunanîstanê li rêya tîşka rojê ve hilkir, ew bajar landika yariyên olîmpiyetane.
Rêwresma xetîreya hilpêkirinê ji tirsa virusa Corona bi bêyî amadebûna xelk û cemaweran birêveçû.