Civak

Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê: Van dermanan bikarneynin

Li peyamek da Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê hişyariyê li bikarhênerên hinek dermanan bi hemwelatiyan dide û van dermanan bi metirsîdar bi nav dike ku beşek ji hemwelatiyan wekî çareseriyeke ji bo xweparêziya ji virusa Corona bikartînin û dûpat dike ku ev derman neku sûda wê nîne, belku tendirustiya mirov xeraptir jî dike.

Peyama Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê ya hejmara 6:

Hemwelatiyên delal:

Çavkaniyên zanistî û pizîşkiyên cîhanê bi rûnî û zelalî wê yekê ragihandine ku wergirtina (Dermanê styroid û nen styroid an weku dîkadron û profîn û voltarîn û wekû wê) nabine sedema xweparêziya tûşbûna virosa Corona (kovîd 19) bi berevajiyê ve eger bi bêyî şêwirîna pizîşkên pîspor bê bikaranîn ziyana xwe dibe. Bi taybetî eger temenê wan li bin 50 salî de bê û eger hilgirê virosê bin bi bikaranîna van cûre dermanan xeraptir dibin.

Ji bo wê yekê daxwaz dikîn, bi tu awayekî bêyî şêwîrîna pizîşkan van cûre dermanan wernegrin, ji ber ku ji aliyê çendîn hemwelatiyan ve hatine agahdar kirin ku bêyî şêwirîna pizîşkan têkiliyek li dermana Voltarin û dîkadronian hatine wergirtin.

Bila em hemû piştevanê hevdû bîn û bi awayeke zanistî xweparêz bîn û dijî vê şewb û petayê bi cengîn.

Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê

Back to top button