Times: Îsraîl hewl dide bi lêdana Sûriyê eniya sêyemîn veke
Piştî rûxandina rejîma Esed, artêşa Îsraîlê herêma tampon a li Girên Golanê ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de girtibû bin kontrola xwe û ev yek jî bû sedema fikaran metirsiyek zêdetir. Li gorî rojnameya The Times, Îsraîl hewl dide eniyeke sêyemîn li dijî Îranê veke.
Artêşa Îsraîlê herêma tampon a di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî ya di navbera Sûriye û Îsraîlê de girt û derbasî Sûriyeyê bû. Ev pêngav hewldana şikandina bêdengiya bi salan a li ser sînorê hevpar bû. Di dawiya hefteyê de, firokeyên Îsraîlî jî Sûriyê kir armanc ji bo têkbirina samanên leşkerî yên hikûmetê û çekên ku dikarin bibe sedeme tehdîtekî li ser Îsrail, di nav bingehên çeken ku Îsraîl kirin armanca êrîşa xwe, çekên kîmyayî û füze hebûn. Xuya ye ku Îsraîl amadekariyên seretayî dike ku dikare bibe sedema vekirina eniya sêyemîn di şerê li dijî hevalbendên Îranê de ku ev zêdetirî salekê ye berdewam dike.
Wan berê şerê Hemas û Hizbullahê li ser sînorên xwe yên bakur û başûrê rojava dikir, lê niha eniya ku berê bê dengbû li ser sînorê Sûriyê ji nû ve gur bûye ji ber ku serokê Sûriyê Beşar el-Esad hatiye rûxandin û komên serhilda yên ne dostên Israîlê dest danîn ser Sûrî.
Hêzên ku Esed derxistin û niha bi awayekî bandor beşên mezin ji Sûrîyayê kontrol dikin, bi rêberiya Ebû Mihemed Colanî, fermandarê berê yê El-Qaîde ye ku rayên wî ji devera Golanê tê ku niha di bin kontrola Îsraîlê de ye. Tevî ku Colanî hewl da ku xwe ji cîhadîzmê dûr bixe jî, wî pirsên li ser armancên xwe hiştine.
Pêşveçûna Îsraîlê ya li Sûriyeyê nîgeraniya ku ev welat dixwaze ji bêîstiqrarê sûd werbigire zêde kiriye. Herêma tampon ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê parastin û weke herêma veqetînê tê naskirin, di çarçoveya agirbesta 5 salan a di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de piştî şerê Cotmeha 1973’an hat îmzekirin. Îsraîl di sala 1967an de bilindahiyên Golanê girt û di sala 1981ê de piraniya wê êxist li ser axa xwe.
Ev tevger di qada navneteweyî de tenê ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hate pejirandin. NY niha Îsraîl bi binpêkirina peymana veqetandinê ya sala 1974-an bi Sûriyê re tawanbar dike, ku tê de diyar kiribû ku hêzên Îsraîlî dê li rojavayê Xeta Alfa li aliyê Îsraîlî ya herêma tampon bimînin, lê hêzên Sûriyê dê li aliyê xwe yên Xeta Bravo li rojhilat bimînin. .
Roja Duşemê, Îsraîl pejirand ku ew ji xeta Bravo derbas bûye, cihê ku baregeha Hêza Çavdêr a Disengagement a Neteweyên Yekbûyî di dawiya hefteyê de rastî êrîşa çekdarî hat. Ketina Îsraîl bo başûrê Sûriyê rê li ber hilweşîneke muhtemel vedike ku dibe ji valahiya hêzê ya ku bi rûxandina Esed re li pey xwe hişt. Artêşa welat bi girtina tedbîrên eşkere hewl dide aramiyê li herêmê dabîn bike da ku sînor û çekên rejîma berê nekevin destê dijmin.
Tevî ku ev tevger cara yekem e ku derbasî nav axa Sûriyê dibe, lê ne cara yekê ye ku Îsraîl derbasî herêma tampon dibe. Meha borî, wesayit û leşkerên artêşa Îsraîlê derbasî herêmê bûn û xendek kolandin ku Neteweyên Yekbûyî got peymana agirbestê binpê dike. Îsraîl got ku ev xendeq beşeke ji hewlên wê yên parastina welêt li hember êrîşên komên milîsên Îranî yên ku li Sûrîyê ne.
Ji êrîşên 7ê Cotmeha sala borî ve metirsiya êrîşên bejayî û esmanî li ser Îsraîlê heye û firokeyên bê firokevan û mûşekên ku ji aliyê grûpên Îran piştgiriya wan dike gelek caran tên avêtin. Îsraîl jî Sûriyê tawanbar dike ku “xeta oksîjenê” ye ku çekan dişîne Hizbullahê, milîsên ku Îran piştgiriya wan dike li Libnanê, û ditirse ku berovajî vê yekê bibe.