CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî: Em bi hemû hêza xwe piştevaniya Yekîtiya Jinan dikin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê îsbat kiriye ku hevkarekî sereke ye di pêşxistina civaka medenî de û hertim bûye çavkaniya hêz û nûjeniyê.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir

Bi minasebeta 72 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim. Ez rola wê ya girîng di başkirina civakê û xurtkirina nirxên wekhevî û edaletê de dinirxînim. Yekîtiya Jinên Kurdistanê ji destpêka damezrandina xwe ve di sala 1952an de bûye sembola têkoşîna netewî û xebata berdewam ji bo bidestxistina mafên jinan û bihêzkirina pêgeha wê di hemû warên jiyanê de.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê di dirêjahiya têkoşîna xwe de îsbat kir ku di pêşxistina civaka sivîl de hevparê sereke ye. Ji bo parastina mafên jinan û dabînkirina paşerojeke baştir ji bo jinên Kurdistanê hertim çavkaniya hêz û nûjeniyê bûye.

Bi vê minasebetê em êş û qurbanîdana jinan û rola Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi bîr tînin û piştevaniya xwe ya tevahî ji bo kar û xebatên wê yên ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke pêşkeftîtir li ser bingeha wekhevî û dadperweriyê dupat dikin.

Silav ji bo hemû jin, dayîk û xuşkên Kurdistanê ku bi dilsozî xizmeta gel û welatê xwe dikin. Bila ev salveger bibe teşwîqek ji bo berdewamkirina xebatê ji bo bihêzkirina rola jinan û pêkanîna hemû maf û daxwazên xwe.

Nêçîrvan Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê

11/12/2024

Back to top button