CivakRojev

SOHR: HSD ji Dêrezorê vekişiya

Hat îdiakirin ku komên çekdar ên ser bi Heyet Tahrîr El Şam a Sûriyeyê navenda bajarê Dêrezorê xistine bin kontrola xwe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) şervanên xwe ji navenda Dêrezorê ya rojavayê Çemê Firatê vekişandine. Hat diyarkirin ku HSD ê jî tenê li 7 gundan heye.

Piştî vekişîna rêveberiya Esad navenda bajarê Dêrezorê radestî QSD’ê hatibû kirin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), daxûyakirin ku HSDê ji navenda Dêrezorê vekişiyaye û hêzên xwe yên çekdar li gundên Hetle, El Salihiye, Merat, El Huseyniye, Tabiye Ceziire, Xeşam û Mezlum bicih kirine. .

Herî dawî jî li Dêrezorê hinek kes xwepêşandan kirin û daxwaz kirin ku HSD ji bajêr derkeve û komên çekdar ên ser bi HTŞ’ê ve derbasî bajêr bibin.

Di pevçûna ku di dema protestoyan de derket de 6 kes mirin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Ebû El Haris El Şîetî ragihand ku ew ji HSD’ê veqetiyane û piştgiriya xwe ji HTŞ’ê re ragihand.

Back to top button