Tawanbariya li himber hev zererê dide pêvajoya siyasî guh bidin peyama Barzanî
Eve demeke di navbera hinek rêxistin û kesayetên kurd de rexneyên gelek tund têne kirin. Taybetî piştî vegera siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, awayê vegera Burkay ji aliyê medya PKK-ê ve hate rexne kirin. Burkay jî di derbarê PKK-ê de dîtinên xwe giranî di medya tirkî de dibêje.
Niha li vê derê pirs ne ewe ku mirov rewşa siyasî ya PKK-ê yan jî kesayeta Kemal Burkay binirxîne. Herkes bi awayekî ji aliyê milet ve tê naskirin. Taybetî piştî vegera Burkay redeye rexnegiriyê gelekî tund bû. Hêdî tişta ku tê kirin ne rexnegiriye ji vê derbas kiriye û bûye tawanbarî.
Niha herkesek dîtinên hevûdin li himber hev dizane. Lê di tevgera kurd de kî be bila be, dema bawer bike ku her tiştekî bi wan destpêkiriye û bi wan xilas dibe, ew çewtin û di vê çerçovê de jî gotubêjên têne kirin ne rastin.
Ji hemiyê jî xirabtir jî ewe ku mirov hevûdin tehdît bike. Me teva dît ku çikas tevgera kurd xusar ji vê yekê dît û hêja dibîne.
Dev jê berdin kî çi bêje bila bêjê hêdî milet jî siyasetmedarên kurd nas dike û kêmasî be jî dizane kî kiye.
Tiştên di derbarê PKK-ê de tên gotin ne tiştên nû ne. Herweha uslubê PKK-ê jî ne uslubek nû ye. Niha hinek dibêjin ev 30 salin em çi dibêjin hêja wan tiştan dibêjin. Ev helwest ne raste. Herkes di tevgera kurd de dizanê ji berî 30 salî kê çi digot û îro çi dibêje.
Wek guhertinên li cîhanê çêdibin, guhertinên pêktên bandore xwe li kurda û tevgera siyasî ya kurd jî dike kurd jî dive bêne guhertin . Guhertin ne tiştek xirabe. Lê dive mirov di ware guhertinê de guhertin û bê istiqrariyê tevlî hev nekê.
Bê guman li ser rewşa PKK-ê û siyaseta ku îro rêve dibin û herweha li ser awayê vegera Burkay ya Tirkiye tiştên mirov bêjin gelekin. Lê ne dema wê ye û ne cihê wêye jî. Taybetî di vê qonaxa zîz û taybet de dive mirov xwe ji tiştên tevgera kurd ji hev dûr bêxe biparêze û piranî rexneyên xwe di warêk erênî de bîne rojevê.
Îro li tevahiya Kurdistanê kurd ji hemî demî gelektir hewceyê diyaloga navxwene. Dema mirov rojane hevûdin tawanbar bike diyaloga navxwe jî çênabê.
Kurd qonaxek gelek taybet re derbas dibin. Di vê qonaxê de,bayê Kurdistana azad û siyaseta serokê Kurdistanê bandore xwe li tevitiya Kurdistanê dike. Di konferansa rewenda kurdên Sûriye li Hewlêr serokê Kurdistanê axavtinek kir. Barzanî di axavtina xwe de behsa yekgirtina navmala kurd kir û girîngiya yekdengiya kurda anî ziman.
Barzanî di axvtina xwe de got:“ Mercê me ji bo piştgiriya we, yekrêziya we ye. Ev qonax gelek hestiyare û hessase, lazime hun xwe ji hizbayetiya tesk û teng dûr bikin. Xîlafatên navxo hemûyan bi cîh bihêlin, berev paşarojeke rewşen biçin“
Barzanî peyamek gelek bi naverokek hêja da. Barzanî beşek axavtina xwe de got: Her di vê salê de emê kongreyeke berfireh ya hemû hêzên Kurdistanî li her vî cihî encam bidîn û mebest jî ewe em yek xîtaba Kurdistanî belav bikîn bo wan hemû milletên ku em pêkve dijîn, bo cîhanê jî, em milletekî aştîxwazîn, di dîrokê de xedreke mezin li vî neteweyî hatiye kirin, em têdigihîn ku îro em di çi rastiyeke dene, û ne mumkune em dev ji xebata xwe berdin lê xebateke aştiyane û xebateke demokratîk xebateke bi diyalogê. Ew zeman çû înkara hebûna kurd bête kirin, zemanê çekê jî çû. Îro zemanê mantiqe, zemanê aştiye, zemanê demokrasiyê ye, zemanê pêkvejiyanê ye, zemanê rûpeleke nû ye li navbera milletan de ye.
Divê her kurdek li hemi beşên Kurdistanê bi vê peyamê tê bighin û li gora wê jî gavan bavêjin. Dijderketina vê yekê dijderketina yekitiya tevgera kurd e. Herweha di rewşa îro tevgera kurd têre derbas dibe ev peyam dibe pîvanek ya parastin yan jî dijitiya destkeftiyên kurdan. Dema ev peyam a dîrokî bibe çerçova siyasetê jib o kurdan serkeftin nêziktir dibe…
31.01.2012
Dara Bilek