Polîtîk

Barzanî dixwaze xewna bavê xwe bike rastîyek

 Di medya Tirkî de nûçe û nirxandinên di derbarê gotara serokê Kurdistanê di kongreya rawenda Kurdên Suriye li Hewlêr berdewam e. Dixweyê gotara Barzanî çewe hêviyek ji kurdan re taybetî ji kurdên Rojavayê Kurdistanê re peyda kiribe , ew kas jî tirsek kiriye dilê dijminên tevgera kurd de. ev jî nûçeyek di derbarê gotara serokê Kurdistanê di medya Tirki de ye.(Rojevakurd)


Pêşmerge handana kurdên sûrî dike

 
Malpera Borsarti ya tirkî di nûçeyeke xwe de behsa beşdarîkirina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di konfrensa kurdên Sûriyê de dike û dinivîse ku Mesûd Barzanî ji bo bicîanîna xewna bavê xwe, avakirina Kurdistaneke mezin kurdan seferber dike:
 
–  Kurdistana mezin xewna bavê Mesûd barzanî bû, Mesûd Barzanî nuha ji bo bicîanîna wê xewnê dixebite û di çarçoveya wê xewnê de beşdarî di konfrensa opozisyona Sûriyê de kir. Barzanî di konfrensê de peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de bang li kurdên Sûriyê kir ku yek deng bin û ji bo her guhertineke li Sûriyê çê bibe amade bin.
 
–  Barzanî ji partiyên kurdên Sûriyê re got ku encamdana guhertinan li Sûriyê erka we ye.

Rojevakurd

Back to top button