Nivîsar

Kurd û rikebiriya Sûriyayê

Mihyedîn Şêx Allî, Sekretêrê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê pêyama ku rêkirî ji bo Konferensa kurdên Sûriyê li derve re li Hewlêr.

Beşdarên birêz …
Silav û rêz …

Tête zanîn ku , di siha karbedestiya rijîma Be’is de , eve 49 salin ku gelê Sûriyê bi kurd û erebên xwe ve , ji Alfebeya demokrasiyê û mafên mirovan bêpar e . Bi ser de jî , di derbarey gelê kurd de , nijadperestî , şoventî û siyaseta fermî ya înkarkirina hebûna kurd her li dar e .

Newekhevî , tund û tûjî , çi bi dizî çi aşkere , di jiyana civaka Sûrî de , bi gelek şêweyan rû daye û dide , lewre jî gelê Sûriyê serûber bi êş û xeman hestedar e .
Di dema îro de , xemgîniya gelê kurd li Sûriyê , li beramber û di çerçewa tabloya Sûriyê de , ne tenê ji ber tund û tûjî û berdewamiya herikandina xwînê li hinde herêmên Sûriyê ye , lê belê , ji ber mijdarî , nakokî û nelihevkirina hêzên rikebiriya Sûriyê ye jî .

Rikebiriya Sûrî çendî di Medya erebî û ya cîhanî de tête binavkirin û rengdan , lê mixwabin ewqas jî di hundirê xwe de nexweşî , nakokî û nelihevî ye , ji ber ku , jiyan û pêvajoya hêzên siyasî di hundir civaka Sûrî , di siha desthilatdariya parta Be’is de , li dirêjahiya ewqas sal , têra xwe hatiye jihevxistin û pişaftin , lewre jî mafê kurda ye jî , ku di qonaxeke weha de , xwedî navnîşaneke siyasî , nûnertiyeke serbixwe û li gor demê bin .

Di vî warî de , lidarxistina kongira nîştimanî ya kurd li Sûriyê di meha Tişrîna yekê sala borî de , pêwîstiyeke dîrokî bû , û çendî têbîn û rexne hebin , divê bête parastin , da em karibin bi hev re nûjen bikin .

Partiyên tevgera nîştimanî ya kurd li Sûriyê yên ku , li ser daxweza wan , ew kongireya hatibû lidarxistin , li vê dawiyê , li gor biryara kongir û civata fermî ya serkirdayetiya Encûmena nîştimanî ya kurd , biryar dabûn ku , endametiya xwe di çerçeweyên hêzên rikebir a erebî-Sûrî de bidin rawestandin û jê vekêşin , da ku partiyên kurd li hev dû vegerin û bi yekrêzî bi hev re , xwedî helwest , bi rû , û kesayetiyeke serbixwe bin , da karibin nûnertiya gelê xwe yê xêrnedî bikin .

Ev gava he , divê neyê fêmkirin ku – xwedê giravî – tevgera kurd li Sûriyê berê xwe ji rikebiriya Sûriyê diguhêre , û deriyên hevkarî û piştevaniyê digel hêzên rikebir ên erebî Sûrî hatine girtin . Armanc û pêdivî ewe ku , di pey vê gavê re , rê li ber nelihevî û dubendîtî di çerçewa tevgera kurd de bête birîn , û kurd li Sûriyê di helwest û çalakiyên xwe de , ne belawela bin , û di bin kartêkirina nav û durişmên hinde hêzên rikebiriya Sûrî de , bi erzanî nebine berdevik û karmend . Li hêla dî armanc ewe ku , nûnertiya tevgera siyasî ya kurd bi navê Encûmenî nîştimanî kurd li Sûriya , çi li hundir û çi li derve , bêtir bi roleke zîrek û erênî rabe , û di berhevhatin û lihevkirina hêzên rikebiriya Sûriyê de , xwedî rol û helwesteke berpirsiyar û demokratîk be .

Beşdarên birêz ….
Di Arşîf û dîroka jiyana siyasî ya Sûriyê de , li sala 1957 -an , kurd yekemîn hêzî siyasî tenha bi tenê bûn ku , partiya wan peyva demokrasiyê bi kar aniye , lê bûye xwedî , û di ber de ta nuha xebitiye … Çep û rastê ereb , çi partiya komonîst , çi Îxwan mislimîn û Be’is … hwd , peyva demokrasiyê , hevok û wateya mafên mirovan , ne di bîr û pirogramên wan de bûn , loma jî , tevgera siyasî ya kurd bi dijwarî û di heyameke zor zehmet de xebata xwe domandiye û her dê bidomîne . Bi hezaran camêr ketine zîndanan û bi deh hezaran koçber bûne , ji bilî yên ku jiyana xwe ji dest dane , hatine kuştin û di ber kurdperwerî , demokrasî û mafên mirovan de , bûne Şehîd .

Rastiya hebûna kurd li Sûriyayê bi tevgera wan a siyasî ve , duh jî û îro jî , li beramber nebûna demokrasiyê û siyaseta fermî ya rijîmên dewleta Sûriyê rikebirî bi xwe ye , û ne rikebiriyeke demsalî ye . Lewre jî , guhartineke rastî , berfireh û tevahî di rewşa Sûriyê de , daxwaz û pêwîstiyeke civakî û dîrokî ye , da ku stûn û bingehên rijîma tekpartî ji holê rabe , û Sûriyeke nû riya xwe bibîne . Eve daxwaz û berjewendiya gelê kurd e , weke çawa daxwaz û berjewendiya tevahiya xelkê Sûrî ye . Lê , pêkanîna vê guhartinê , çendî aştiyane be , ewqas kurd û ereb û hemî çûknetew û rengên dî li karê ne , lewre jî , daxwaza lezgîn ewe ku , pêşî xwînrijandin raweste , û ew sînaryoyên destêwerdana leşkerî di bin çi perdê de dibe bila bibe , ger bête holê , xwîn dê bêtir biherike , çavsorî , dijatî , kuştin , tevlihevî , talan û alozî , li seranserî herêm û civaka Sûrî , dê bêtir belav bibe . Di vê pêvajoyê de , tevgera siyasî ya kurd xwedî helwest û roleke dîrokî ye ku yekcar û yekser , rêbaza aştiyane diparêze , û şêweyên leşkerî serûber napejirîne û nabîne ku çekdarkirina xelk û kesên serhildêr , wê di xizmet pêşeroj û berjewendiya gelê Sûrî de be .

Li hêla dî , divê bête zanîn ku , taybetmendiya rewşa kurd li Sûriyê , nemaze di warê dîmografî û jihevcudabûna hersê herêman ( Çiyayên Kurdaxê – Efrîn , Kobanî , Cizîrê ) di tixûb û sînorê Sûriya – Turkiya ya navdewletî de , li dirêjahiya 910 KM , û taybetmendiya cîgehê Sûriyê li rojhilatî behra Sipî , dihêle ku tevgera kurd bêtir hişyar be , da ku bi hêsanî , kurd nekevine zikê pîlan û xefkên siyaseta navnetewî ya ku bawerî pê zehmet û tehlûke ye .

Astengî û rewşa zor taybet û awarte , ya ku Sûriya eve 11 heyvin tê de dijî û dikele , rojane bi dehan kuştî , birîndar û bi sedan girtî dibine qurban …. hwd , bê guman rijîma Be’is , karbedestiya sîstema yekpartî – modêla Şawşêsko – di ber de berpirsiyar e , û segermî , tund û tûjî – ji kîjan hêlê de dibe bila bibe – wê tu caran rê li ber çareseriyeke siyasî veneke . Di vî warî de , kurd duh jî , îro jî , ne bi gurkirin , tund û tûjî yê re ne .

Bikaranîna hestên dîn-deyanetê , bona siyaset û berjewendiyan , li ba piraniya kurdan li Sûriyê , ciyê şermezarî û xemgîniyê ye , ji ber ku ev yeka he , netenê yekîtiya civaka Sûrî birîn dike û ji hev dixe , lê belê , rê li ber guhartina demokratîk û çareserkirina pirsa netewî ya gelê kurd dixetimîne .

Rastiya tabloya civakî ewe ku gelê Sûrî , ji bilî pirsa herdu netewayetiyên sereke , erebperwerî û kurperwerî , dixuyê ku mijûlbûn û gizgizî bi hêla pirsa mislmantiya Sunnî , Elewî , Durzî û Îsma’îlî , ji bilî taybetmendiya rewşa biraderên Fille ve , tête xebitandin , digel navnîşanên dî mîna Eşîrperstiyê … hwd . Kurd di vê derbarê de , bi siyaset û helwestên xwe , bi giranî û çalakiyên xwe yên pîvayî , bûne stûneke bingehîn di parastina yekîtiya Sûriyê de , ji ber ku , bawerî her li cî ye ku , parastina jiyan û berjewendiya gelê kurd û çaraserkirina pirsa wî ya netewî , her dê di çerçewa yekîtiya Sûriya û jiyaneke demokratîk de be , jiyaneke ku mafên mirovan tê de bêne parastin û binpê nebin , rûmet , azadî , maf û wekheviya gelan bêne rêzgirtin .

Li dawî , supasî digel rêz û hurmet ji serokatî û hikûmeta herêma kurdistanê re , ku karîbûn rê bidine lidarxistina konferanseke weha , û jê re piştgir bin . Supasî digel rêz û hurmet ji kar û barên komîta amedekar re .

Serkeftin ji doza Aştî , Azadî û Wekheviyê re …
Ji doza gelê kurd a dadmend re …

Birayê we
Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê parta yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê
Heleb 26.01.2012

============================
* Gotina ku ji Konferensa kurdên Sûriyê li derve re birêbûye , yê ku li Hewlêr ê – Kurdistana Îraqê hatiye girêdan di 28 – 29 . 01 . 2012 an de , û wa hîngê ketiye destê dîwana serokatiyê da ku bibe ji belgeyên konferans .

Back to top button