Nivîsar

Sûriye ya Federal û Kurdistan a Federe ya bêçek…

Lewra rêxistina PKKê ye û ji aliyê PKKê de îradeya Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê hatiye xesip kirin. Bûye sedem ku bê sedem li welatên Ereban bi dehhezaran ciwanên Kurd bên kuştin.

Îbrahîm GUÇLU

Li Suriyeyê guhertin û qewimandinên girîng û dîrokî hatin rojevê. Guhertinên li Sûriyeyê hemû kurdan jî eleqeder dike. Lewra li Sûriyeyê pirsgirêkeke Neteweya Kurd û Kurdistanê heye. Pirsa Kurd jî, ji bona ku pirsgirêke Rojhelatê Navîn û Navneteweyî ye, li hemû beşen Kurdisranê jî raste rast bandor çê dike.

Li Sûriyeyê çi qewimî? Divê li Sûriyeyê çi bê kirin?

Li Sûriyeyê Rejîm û Dewleta Baasê  ya Faşîst ya 61 salan û Dîktatoriya Esad-an ya 53 salan hat rûxandin. Mixalefeta li Sûriyeyê bû desthilatdar û dewlet girt bin destê xwe û hikûmeteke mûwaqqet ava kirin.

Li cem Rejîma Baasê Rûsyayê, Îranê, PKK/PYDê û bi wayekî Emerîkayê wenda kir..

Ji bona avakirina dewleta nû hewildanê dest pê kiriye. Şik tune ye ku li pêş avakirina Dewletê gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêka mezin, Hikûmeta Nû, li Bakurê Sûyeyê li beşek herêmên Ereban û li beşekî Rojavayê Kurdistanê ne desthilat e. 

Divê ji bona ku hemû neteweyên li Sûriyeyê dijîn bi hev re bibin xwediyê dewletê û dewleteke nû ava bikin, di derbarê dewleta nû de biryar bê dayin ku ew dewleta nabe dewleteke ûnîter û yek miletekî û miletê ereb.

Ji bona ku Dewleteke hevbeş ya federal ava bibe biryar bê dayin û îradeyeke gelek vekirîû bê nîşandan. Ji bona dewleteke federal, makezagon yanî peymana hemû pêkhatiyên Sûriyeyê yên neteweyî û olî û mezhebî çê bibe. Ev makezagona bi îradeya hemû terefan û neteweya Kurd jî çê bibe.

Dema ku ew îradeya hat diyar kirin, bêçekkirina hêz û rêxistina hêsantir dibe, Yekîtiya Sûriyeyê bi awayekî lîberal û demokrat û plural çê dibe..

Rewşa Rojavayê Kurdistanê çiye? Divê Kurdistanî çi bikin?

Rejîma Baasê di şerê navxwe de Rojavayê Kurdistanê radestî PKK/PYDê kir û Dîktatorî û zûlma rejîmê bi hev re li ser neteweya Kurd û Rojavayê Kurdistanê meşandin.

Di hemandem de Emerîka jî bû hevkar û piştgirê xûrt ya PKK/PYDê. Domandina dîktatoriye re “erê” got. PKK/PYDê wek peremîletaran bi kar anî, gelek herêmên Ereban jî îşgal kir. Beşekî wan îşgalan nûha jî  dom dikin.

PKK/PYDê, Rojavayê Kurdistanê kir herêmeke Sûriyeyê û navê Rojavayê Kurdistanê kir “Bakurê Sûriyeyê.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê piranî bûn Ereb.

PKK/PYD  xwe rêxistineke Kurdistanê û neteweya kurd qebûl nake. Wek tê zanîn di navê wan de peyva “Kurdistan” jî tune ye. Îradeya Beşek Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî temsîl nake. Lewra rêxistina PKKê ye û ji aliyê PKKê de îradeya Kurdistaniyên Rojavayê Kurdistanê hatiye xesip kirin. Bûye sedem ku bê sedem li welatên Ereban bi dehhezaran ciwanên Kurd bên kuştin.

Pirsgirêke mezin ya Rojavayê Kurdistanê ew e ku gelek herêmên Kurdistanê di bin dagirkeriyê de ne.

Heger Kurdistanî û bi taybetî jî PKK/PYD xwe serrast nekin, herêmên din jî di bin xeteriya dagirkeriya Dewleta Tirk da bin.

Lewra tê zanîn ku Hikûmeta Mûwaqqat dibêje ku PKK/PYDê Kurdan temsîl nake. Divê Kurd û PKK/PYDê wek hevdu nayên şirove kirin. Lewra PKK/PYD rêxistineke biyanî ye. Divê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê terk bikin. Heger dest ji çek ber nedin emê bi zorê wan bê çek bikin. Dewleta Tirk jî, ji vê  helwestê re piştgirekî xurt e. Yani dema PKK/PYDê çek bernede, berê bes Dewleta Tirk, nûha pê ve jî Dewleta Sûriyeyê û Tirk dê li hemberî wan şer bike.

Ew jî dibe sedem ku Kurdistanî bi xurtî beşdarî avakibûna dewleta nû nebin.

Divê çi bê kirin?

1-Divê hemû Kurdistaniyên li Rojavayê Kurdistanê li ser bernameya Dewleta Federal ya Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê yekîtiyekê çêkin.

2-“Bakurê Sûriyeyê” ne rewa îlan bikin.

3-Federalîzmeke bê çek pêşkêşî raya giştî bikin.

4-Ji bona ku hemû Rojavayê Kurdistanê û neteweya Kurd yekîtiya xwe bikare çê bike, di avakirina Dewleta Sûriyeyê de û di amadekirina makezagona Dewleta Federal de bibe teref; Dewleta Tirk dest îşgala xwe ya Rojavayê Kurdistanê berde di qonaxa nû de îşgaleke nû neke,  PKK/PYDê divê dest ji çek berde.

5-Wê demê neteweya Kurd yekîtiya xwe bikara çê bike, di avakirina Dewleta Sûriyeyê de û di amadekirina makezagona Dewleta Federal de bi hevbeşî dibe teref. Ji bona vê jî divê PKK/PYDê dest çek berde.

6-PKK, Rojavayê Kurdistanê terk bike.

7-Emerîka ji bona Dewleteke Federal û Herêmeke Federe ya Kurdistanê bibe piştgir, ji bona bejewendiya xwe ya teng piştgirî nede PKK/PYDê û bi helwestê zirar nede Rojavayê Kurdistanê û Neteweya Kurd û pêvajoya nû ya li Sûriyeyê.

Diyarbekîr, 29. 12. 2024

Back to top button