Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Selahedîn Mihemed Behaeddîn dike
Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro yekşemê 29.12.2024, di peywendiyeke telefonî da bi helkefta dubare helbijartinê bo Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û serkeftina karên kongireyê û hilbijartina serkirdayetiyek nû pîrozbahî li birêz mamosta Selahedîn Mihemed Behaeddîn û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.
Serok Nêçîrvan Barzanî amadebûn û pêgeha birêz mamoste Selahedîn Mihemed Behaeddîn û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di jiyan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê da bilind nirxand û hemû piştevaniya xwe ji bo wî û Yekgirtûya Îslamî dupat kir.
Cenabê wî balkişand li ser rola giring û xêrxwazane ya Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî di parastina hemahengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê da û tekezî li ser pêwîstî û giringiya berpirsiyariya hevbeş û niştimanî ya hemû aliyan di qonaxa niha ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçe tê da derbas dibe kir.
Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, spasî û pêzanînên xwe ji bo peywendiyê û pîrozbahiya Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da, rol û ew hewlên wî yên ji bo parastina yekrêzî û kodengiya di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên wê da bilind nirxand û hêviya serkeftinê jê ra xwest.